XETIMÎNA PROJEYA KOMARÊ YA MODERNÎTEYA KAPÎTALÎST û DERKETINA HOLÊ YA PKK’Ê
Hêzên di avakirina Komarê de bi rola bingehîn rabûn, nûneriya lihevkirineke demokratîk dikirin. Pêşengtiya Mistefa Kemal hem sedem hem jî encama vê lihevkirinê ye. Destûra 1921’ê û rengê avabûna yekemîn Meclîsa Millet a Mezin a Tirkiyê jî vê lihevkirinê pirr eşkere rave dike. Hebûna ummeta Îslamî û pêdiviya parastina wê timî tê destnîşankirin, timî tê diyarkirin ku Kurd û Tirk du hêmanên bingehîn ên millet in (bi Erebî maneya ummetê millet e), behsa antîemperyalîzmê û dostaniya bi Sovyetê re tê kirin. Di nivîsên Meclîsê de jî şopa van diyardeyan têra xwe heye. Sosyalîstbûn û Kurdistanîtî bi awayekî xwezayî têne dîtin.
Eşkere ye ku dema şoreşa Jakobenîk a Komarê, konsensusa giştî ya civakê îfade dike. Împaratoriya Brîtanyayê di vê demê de hedefa bingehîn e. Lê piştî ku bi şoreşê pêşî li dagirkeriyê hat girtin û dor hat tercîha nîzameke nû, ji kadroyên Îttîhadgir komeke alîgirên Împaratoriya Brîtanyayê çi bi provokasyona Şêx Seîd, -yekser hewldana reşkujiyê jî di navê de- çi jî bi gelek komplo û provokasyonan hewl da Mistefa Kemal bêtesîr bike û ji sala 1925’an ve di vî warî de ji gelek qonaxan bihurî, bi pêş ket. Koma em behsa wê dikin di dema serokwezaretiya Îsmet Înonî de bi hêztir bûye. Mistefa Kemal ji mirina wî re kêm wext bimîne Înonîtesfiye dike, lê ev yek encamê neguherîne. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn hegemonya dinyayê ket destê DYE’yê û vê yekê karê vê komê hêsantir kir. Îsmet Înonî tevî ku xwe bêalî nîşan dide jî nêzî vê komê ye. Jixwe ne Partiya Demokrat, pêşengiya Înonî têkiliya stratejîk a bi DYE’yê re pêk aniye. Dewleta Tirk hê nebûyî endamê NATO’yê di sala 1944’an de koma pêşî ya serbazan şandin DYE’yê û li wir perwerde kirin. Têkilî di dema DP’ê de bi lez bûne, sala 1952’an di nava artêşê de yekser bi pêşengiya DYE’yê rêxistina Gladîo ya bi ser NATO’yê ve, hatiye avakirin. Gladio li Tirkiyê xwe pêşî bi navê Desteya Tetkîk a Seferberiyê bi rêxistin kiriye. Lêçûn û rêveberiya wê ji aliyê DYE’yê ve hatine amadekirin. Qadên ekonomîk, civakî, polîtîk, eskerî û çandî jî di navê de rêxistinê li tevahiya qadan reh û şax berdane û xwe li wan bi rêxistin kiriye. Çawa ku tevahiya partiyên siyasî yên legal kontrol kirine, ji bo çîna karker jî bixe kontrolê di sala 1952’an de bi Gladîo’yê re Tirk-Îş saz kir û bi vî awayî çîna karker kiriye kontrolê. Li sendîka û Partiyên Kominîst ên li ser xeta Sovyetê zordestiyeke bêrehm hatiye kirin. Jixwe armanca wê ew e, piçûk be jî tiştekî kominîst û sosyalîst biçizire, bikeve nava Tirkiyê divê tavilê were pelixandin. Ji ber ku Kurdîtî jî bi kominîzmê ve girêdayî dihat hesibandin heman zordestî aqûbeta wê
bû. Di vê navberê de, Îsraîl nû tê damezrandin û di navbera wê û Tirkiyê de têkiliyên stratejîk û veşartî mewzûbehs in. Di nava Kurdan de jî bi malbat û şexsiyetên paşverû û dîndar ên ji rêûresmê têkiliyên bi şêwazê Gladîo’yê pêşde dibin. Bi monarşiyên Îran û Iraqê re jî têkiliyên bi heman rengî datînin. Rêxistina CENTO bi rola ban a van têkilyan radibe. Li Rojhilata Navîn bi modeleke bi vî rengî hewl didin pêşî li kominîzmê bigirin.
Eşkere ye ku ev modela bi pêşengiya DYE’yê hat pêşdebirin, rengê nû yê modernîteya kapîtalîst e ku ji salên 1950’î ve bi şerê sar girtiye. Komara Tirkiyê modernîteya bi DYE’yê re hatiye nûkirin ji bo di serî de li welatê xwe û li Rojhilata Navîn bi cih bike bi rola sereke radibe. Modernîteya Mistefa Kemal dixwest bi rê ve bibe cuda bû. Nêzî şêwazê Sovyetê bû û xwe disipart dostaniya stratejîk a bi Yekîtiya Sovyetê re. Heta ku em vê cudahiya navbera wan nebînin, emê nikaribin hêmanên modernîteyê yên salên 1950’î û heta salên piştî 1925’an tevî hebûna Mistefa Kemal hatin pêşdebirin, baş analîz bikin. Di herdu modernîteyan de pêkanîna hêmanên dewletdariya netewe, kapîtalîzm û îndustriyalîzmê ji aliyê çînî, siyasî, dîplomatîk û ekonomîk ve xwedî tercîhên cuda yên ciddî ne. Di encamê de, di têkoşîna hegemonîk de pêşî Împaratoriya Brîtanyayê, paşê jî DYE bi ser ket. Jixwe di navbera herduyan de girêdaneke stratejîk hertim heye. Bi pêkanîna vê modernîteyê, bi tenê lihevkirina demokratîk a Komarê tesfiye nekir, di şerê li beramberî hemûyan de destpêkirî, hêzên bingehîn ên hevgirtî jî kirine dijminên hev. Nuqteya Mistefa Kemal nedikarî lê serwext bibe ev e. Ji ber ku gelekî di bin bandora îdeolojiya pozitivîst de ye nikare li vê rastiyê serwext bibe.
Herçiqasî xwesteka wî ya ji bo serxwebûn û azadiyê, rêz û hurmeta wî ya mezin ji çanda xwecihî û çanda Anatolyayê re karibe pêşiyê li rola hê texrîbkar a pozitivîzmê bigire jî nikarîbûye pêşiyê li bandora wê bigire. Dogmatîzma pozitivîst a li şûna dogmatîzma dînî hat bi cihkirin li Tirkiyê hê jî li ser beşê milliyetgir ê laîk xwedî bandoreke mezin e. Ev laîsîzm weke tê bawerkirin, komargeriyeke demokratîk, heta komargerî nîne, berevajî despotîk û dîktatoryel e. Şêweyê tîpîk ê pêkanîna wê Îttîhadgirî û CHPgirî ye. Tezên Fîlozofê huqûq û siyasetê Carl Schmitt li ser teolojiya dînî û siyasî ya Elmanya salên 1920 û 1930’yan ji bo Trikiyê îro bêhtir di cih de ne. Beranberê tevahiya têgînên siyasî yên modernîteyê di serdema navîn de û heta li gorî min di teolojiya serdema destpêkê de hene. Orjînalên xwe Sumerî ne. Ya pozitivîzmê kirî çî ye, bi cîla modernîteyê boyax kiriye û li ser navê ‘zanistî’ xistiye piyaseyê û li ser navê kapîtalîzmê pêşkêş kiriye. Guman û dudiliyên Mistefa Kemal hene. Gelekî tengezar e, heta sibehan pirtûkên li ser şaristaniyan dixwîne. Ji ber ku nakokî û wekheviyên di navbera pozitivîzm û dîn de dibîne. Bi ya min mirov rewşa Mistefa Kemal bi vî rengî şîrove bike wê ev zêdetir rast be û zêdetir rewşê zelal bike.
Der barê modernîteyê de cehaleteke kûr û bêbaweriya tevî dogmatîzmê ya tevahiya kadroyên elîtîst ên Komara Tirkiyê hebû. Serwextbûna li vê rastiyê gelekî girîng e. Ev rastî ji bo tevahiya dualîteyên çepgirrastgir, Elewî-Sunnî, Tirk-Kurd û hwd. di cih de ye. Di demên Komarê de şerên di navbera ummetgirên Îslamî, sosyalîst, milliyetgirên Kurd û heta şerê beşek milliyetgirên Tirk bi hêmanên modernîteya kapîtalîst re baş ji hev nehatiye derxistin ka bê çawa şerên behsa wan tê kirin rê li ber wan hatiye vekirin. Nexasim ji aliyê DYE’yê ve bi rêdana ber Gladîo’yê encamên xeternak derketine holê. Ev qederê sed salî ye ku rêxistin û têgihiştinên darbekar û komîtakar ên di nava dewletê de têkiliyên xwe bi hêmanên modernîteya kapîtalîst re hene û heta ev têkilî ji hev neyên derxistin mirov nikare ne li krîzên dewletê ne jî li krîzên civakê, tengezarî û şeran serwext bibe. Têkiliyên hêzên hegemonîk ên sîstemê, nexasim rola Brîtanya û DYE di van şeran û tengezariyê de divê were zelalkirin û ev yek hem di warê demokratîkbûnê de û hem jî di warê çareseriya pirsgirêka Kurd de xwedî rolekeke heyatî ye. Ji bo mirov karibe fêhm bike ka çima Mistefa Kemal û yên xwe pêre dilsoz hesibandin tevî hemû hewldanên xwe yên azadîxwaz û serxwebûnxwaz bêkêr mane û heta berevajî encam dane, divê mirov fêhm bike ku di projeya modernîteyê ya Komarê de kîjan hêzên hundir û derve bi bandor bûne û divê mirov li pêkanînên ekonomîk, civakî, siyasî û eskerî yên
hegemonyayên ew bi wan ve girêdayî ne serwext bibe. Darbeyên eskerî û dewamên wan ên sivîl jî di nava guloka van şer û nakokiyan de cih digirin û jê wêdetir bi ti roleke din ranabin. Tespîta hevpar a civaknasan e ku bi tevahî hewldanên van ên xelaskariyê rewşê hê girantir û asê dike. Projeya modernîteyê ya Komarê ji serî ve seqet çêbûbû. Ev seqetiya divê bi israr were destnîşankirin ew e, Komar bi sê hêmanên hêzê yên bingehîn ên rizgarî pêk anîne û Komar ava kirine xistine nava nakokiyê û bi hemûyan re dane şerkirin. Eger li gorî rêzê em bînin ziman, rêza salên 1925-26, 1930, 1937-38, 1945-50, 1960, 1970, 1980, 1997, 2001-2002 jî seqetiya binyewî eşkere nîşan dide.
Hêmanên bingehîn ên damezrîner ên Komarê di dema 1965-1980’î de ji nû ve xwestin hay ji hebûna wan çêbibe. Bereya hêza hegemonîk a ji rêûresmê û olîgarşiya li dijî xwe hê baş nas nekiribûn, ji hev dernexistibûn, ji bo gera li hebûna xwe bi hêrs gav avêtin. Çawa ku tê îdeakirin di pozîsyona şoreş an jî dijşoreşê de nebûn, lê wer hatin nîşandan. Wexta serê xwe rakirin, serê beşekê ji wan şikandin, yên mayî jî ketin nava wan, çizirîn nava wan û ew kedîkirin. Heyf û mixabin, hêzên li dijberî hev hatin bikaranîn di wê rewşê de nebûn ku li rola Gladîo’yê serwext bibin. Bêguman li vir cudahiyeke mezin di navbera yên ji dil û bi bawerî ji bo serxwebûn, azadî û wekheviyê têdikoşin û dijberên wan de heye û ev ne ya guftûgoyê ye. Lê têkiliya wan a bi darbeyan re jî rastiyek e. Di vê demê de rêxistiniyên milliyetperest û Îslamîgir ên antîkominîst têkiliya wan bi taktîkên Gladîo re berbiçavtir in. Bandora van hêzan li ser jiyana çandî û ekonomîk jî girîng e. Ji hêmanên modernîteya kapîtalîst rêveberiya jor a Gladîokaran li ser tevahiya qadên jiyanê diyarker e. Di vê de kontrola li ser avahiyên siyasî û artêşê li rêza pêş e. Bi vî awayî bikaranîna
rêveberiya Komarê, eşkere nîşan dide ku ev dewama komîtakariya Îttîhad û Teraqiyê ye. Ji bo têkbirina vê, hewldanên M. Kemal Atatirk têrê nekirine. Ji lewra heta rêûresma komîtakarî û darbekariyê li dawiyê nemîne, wê wesfên Komarê yên huqûqî û demokratîk, herweha aramî û nîzama wê pêk neyên. Di çarçoveya van analîzan de mirov dikare pirr baş fêhm bike ku avahiya Komarê ya xetimî ye, û timî pirsgirêkan diafirîne di derketina PKK’ê de bi rola diyarker rabû ye. Salên 1970’î bi rastî demeke welê ye, gavavêtinên demokratîk bi hêz dibin. Darbeya 12’ê Adarê di wê hêzê de nebû vê pêvajoyê rawestîne. Hêzên civakî yên di damezrandina Komarê de bi bandor bûn ji nû ve derdikevin ser dika dîrokê; sosyalîzm, Îslamîgirî û milliyetgiriya Kurd di nava Komarê de ji xwe re li meşrûiyetê digeriyan. Bi daxwazên demokratîk têra xwe barkirî bûn. Eger ev daxwaz bi kirinên faşîstane û darbeyê nehatibûna tepisandin, bi demokratîkbûnê dikarîbûn bigihiştina çareseriyê. Lê belê tercîh kirin ku krîza li cem hêmanên modernîteyê û şerê sar bi rêbazên zordesttir û her diçe dibin faşîst, dewam bikin. Komara Tirkiyê bû welatekî welê, herî zêde lê kontrola Gladîokaran bi şêwazekî dijwar meşiya. Rejîma 12’ê Îlonê weke mînaka vê kontrolê ya herî
zêde mirovan bibizdîne pêk hat.
Ji ber şêweyê pêkhatina navxweyî ya Kurdan û ji ber aloziya li Rojhilata Navîn PKK bi temamî nehat tepisandin. Darbeya 12’ê Îlonê hema bêje di nava bîstûçar saetan de naverast bêdeng kiribû. Lê di mijara Kurdan de xapiyabû, ji ber ku sedemên hûrûkûr ên civakî hebûn. Bawer dikirin ku Kurd weke civak û gel qedandine. Piştî pelixandina isyanan û demeke asîmîlasyonê ya gelekî hişk pêk hatiye, yeqîn dikirin ku Kurd wê careke din bi ser xwe ve neyên. Nexasim di serî de çîna navîn û burokrasiya li ser bingehê hêmanên modernîteya kapîtalîst pêk hatibûn û mantalîteya (zêhniyet) nû ya civakî, difikirî ku Kurd ji nava pelên dîrokê hatine rakirin. Rola wan a di dîrokê de ji bîr kiribûn. Tek tûk ên mayî bi mexlûqên hov re wekhev didîtin. Tebeqeya jor ji zû ve bi helwesta ji qral bêhtir qral radibû û bi vî awayî bi hosteyî rola xizmetkariya desthilatdariyê dewam dikir. Hêmanên terîqetgir û mîlliyetgir ên bi DYE’yê re di nava têkiliyê de, ji pêwendîdanîna bi berxwedan û azadiyê re zêdetir li ser zemînekî dijber dihatin bicihkirin. Di van şert û mercan de herçiqasî zirar û ziyaneke mezin li PKK’ê bûbe jî dikarîbû bi gundî û xizanên bajarî yên Kurmanc ên hêza civakî ya Kurd pêk tînin, têkiliyê deyne. Ji hestên welatparêzî, Kurdîtî û awayê wan ên çandî sûd werdigirt û heta ew ji nû ve diafirandin. Tevî hemû pelixandin û parçebûnê di xwezaya civaka Kurdan de
hêmanên avabûnê hebûn. Ya pêdivî pê hebû, bi kêmanî hestên welatparêziyê û hin têgînên serwextbûnê bûn. Li cem PKK’ya wê demê ev têgîn û hestên bi bandor têra xwe çêbibûn. Ji bo wê ya hewce kadroyên dîplomatîk û siyasî yên asta jor nebûn, ya girîng ew bû, diviyabû ev têgîn û hest bi lez biketana nava tevgerê. Hinek çalakiyên bi sînor têrê dikirin ku ev ast bihata bidestxistin.
Bi gavavêtina salên 1970î heta serê salên 1980’î bi vî awayî hat. Ji ber ku rejîma 12’ê Îlonê zêde zor bi kar anî, hêzên din ên çepgir û muxalif zû tepisandin û kengî rastiya Zindana Amedê bi çepergirtina li Rojhilata Navîn re bû yek, wê êdî destpêkirina pêvajoya 15’ê Tebaxa 1984’an zehmet nebûya. Ya rastî mirov dikarîbû vê pêvajoyê di dema 1982’an de jî bida destpêkirin. Ji ber ku hin hêmanên li çiyê wezîfeya xwe baş bi cih neanîn pêngav paşve hat xistinî Tebaxa 1984’ê. Şerê Îran-Iraqê jî alîkarî kir ku ev çarçove pêk bê. Lê tevger ti demê ji Bakurê Kurdistanê kêm nebû, hebûna xwe her parast. Mirov nikare behsa gerîllatiyeke hosteyane bike. Karîkaturê gerîllatiyê derket holê. Dewlet li benda pênvgava 15’ê Tebaxê nebû û ev ji bo tevgerê avantaj bû, lê ev jî xirab hat bikaranîn. Tevî ku dewletan û hêzên Başûrê Kurdistanê muxalefet dikirin û destê xwe dixistin navê, çepergirtina li Rojhilata Navîn têrê dikir ku alîkariyê ji tevahî beşên Kurdistanê yên hatine parçekirin û Kurdên li Ewrûpayê bigire.
Kengî şêwazê destwerdana rejîma 12’ê Îlonê encamên bi kêr bên dan, bi desteka NATO’yê dema Rewşa Awarte û JÎTEM’ê destpê kir. Gladîo’ya NATO ya bi pêşengiya Elmanyayê ji 1985’an ve bi awayekî bi bandor ket dewreyê. Komployên Papa û Palme, herçiqasî di nava hesabên giştî de cihê xwe hebin jî yekser an jî neyekser girêdana xwe bi derketina gerîllayên li Kurdistanê re hene. Di pêvajoya derketina holê ya PKKê salên navbera 1973-1983’an de aliyê îdeolojîk, siyasî sereke bû, aliyê çekdarî piştre dihat ango di rola duyemîn de ye. Di gavavêtina 1984’an de aliyê wê yê çekdarî sereke bû, lê pêşketina xwe ya îdeolojîk û siyasî jî dewam dikir. Divê mirov gelekî li ser rola JÎTEM’ê û Rewşa Awarte bisekine. Tê zanîn ku di nava tevgerê û li derveyî wê de gelek çalakiyên birizînin pêk anîne. Çalakiyên di wan de li zarok jinan jî nehatine rehmê, pêk anîne, beşên divê nebin hedef bûne hedef, meylên heta dawiyê li gorî xwe û kêfa xwe û xwedîderneketina li wezîfeyên herî piçûk, mirov dikare di vê çarçoveyê de bihesibîne.
Lê ya seyr û balkêş ew e, çiqasî hewl didan PKK’ê şeytanî nîşan bidin ewqasî jî PKK bi hêz dibû. Bi vê yekê jî mirov bi hêsanî didît ku gelê Kurd çiqasî tî bûye. Tevî ku ji Ermenî, Rûm û Suryaniyan zêdetir Kurd koçber kirin û ji tevahiya pêkanînên li wan kirin qatbiqat zêdetir bi serê Kurdan de anîn jî ev bi awayekî erênî li PKKê vedigeriya. Bêguman şert û mercên cografî û dîrokî di vê de bi tesîr bûn. Bersivdana daxwazeke dîrokî ango xwedîderketina li rûmeta mirovatiyê û parastina hebûna civakî, di pêşketinê de hêmana bingehîn a diyarker bû. Bi serê xwe meşa xwestekên dîrokî divê piçûk neyê dîtin.
Serokkomar Rêzdar Tûrgût Ozal ji 1992’an ve polîtîka wî ya der barê Kurdan de nedihat payîn. Em hinekî dereng li girîngiya wê hayil bûn. Şensê çareseriyê yê bi awayekî ciddî derket holê û bi mirina wî re hat pûçkirin, ez ji bo xwe timî weke zirareke dîrokî bi bîr tînim. Şensê çareseriya demokratîk ê Komarê pêkan bû, lê li gorî min hin hêzên Gladîoyê bi zanîn ev firsend nedan. Serokê Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk ê wê demê Dogan Gureş di serê salên 1990’î de wexta ji Ingilistanê vedigeriya got “Ji bo îmhayê lampeya kesk ji min re vêxistin”. Ev gotina wî beşekî vê rastiyê îfade dike. Piştî mirina Tûrgût Ozal darbeya Tansû Çîllerê ket rojevê û bi vê re di nava artêşê û li derveyî wê de bêhejmar û li pey hev komplo pêk hatin, yek ji girêka sereke divê were vekirin ev e. Ji ber ku ajantiya CIA’yê ya Tansû Çîllerê belgekirî ye, ev girêk hinekî sist bûye û ji hev hatiye derxistin. Kuştina gelek rewşenbîrên rastî yên Atatirkparêz û rûsipiyên Kurd, bi hezaran kuştina mirovan bi awayekî mêrkujên wan nediyar, valakirina gundan, bi awayekî cebanî mezinkirina Hîzbûllahê, li gorî min yek ji komployên herî mezin ên li ser Komarê ye. Dema Komarê ya isyankar û komploker a serdema Mistefa Kemal a salên navbera 1924-1927 bi bîra mirov dixe. Di van salan de jî hêmanên demokratîk ên di bingehê Komarê de hatin tesfiyekirin. Ev rewş hê jî nehatiye zelalkirin. Lê eşkere ye ku di vê rewşê de yên bi serketin Împaratoriya Brîtanyayê û modernîteya kapîtalîst in. Di serê 1990’î de şensê çareseriya demokratîk bi komplo, isyan û kuştinên bi heman rengî û tesfiyeya Kurdan bêencam hiştin û di vê de rola xurt a hegemonya û hevkarên derve divê piçûk neyê dîtin. Kêm mînak hene ku karibin weke alozî, tevkujî, provakasyon û tevgerên demokratîk ên di navbera salên 1993-1997’an de nîşan bidin bê ka kontrola hegemonîk li ser Komarê tê çi maneyê.
Em behsa demekê dikin ku têra xwe balkêş e, û mînakên wê kêm têne dîtin. Ji ber ku di vê demê de wesfên dewletê yên huqûqî, civakî, demokratîk û laîk hatine tesfiyekirin, kontrol ketiye destê JÎTEMê, bi tevahî avahiyên yekdestdar ên hêmanên modernîteya kapîtalîst ji bo xizmetê di hewarê de hatine. Di dawiya vê demê de bi rêya Serokkomarê Sûrî Hafiz Esed rêzdar Necmedîn Erbakan û bi rêya Brukselê li ser navê Beşa Têkiliyên Civakî beşek ji nava artêşê li têkiliyê geriyan û bersiveke erênî ji van lêgerînên wan re hat dayîn. Di navbera aliyan de danûstendina name û agahiyan pêk hat. Lê bi xistina Necmedîn Erbakan û bi derketina min a ji Rojhilata Navîn ev pêvajo jî bi ser neket. Li gorî min divê rola derdorên Gladîokar ên derve û hundir di vê serneketinê de piçûk neyê dîtin. Mumkîn bû ku pêşî li şerê di asta nizm de, pevketin û krîza mezin a Komar hê jî di navê de ye, bihata girtin. Çi agirbesta yekalî çi jî rewşa têkiliyan derfet û îmkan dida vê yekê.
Ev hewldan hatin tepisandin û bi zanîn ev pêvajo hat pûçkirin. Bi vî awayî jî şensê çareseriyê ji holê hat rakirin.
Paşê derketina min a Ewrûpayê û gera min a li çareseriyê, pirr eşkere bi destê Ingilistanê hat pûçkirin. Ingilistana bi rêveberiya Gladîo ya Atînayê re hevkarî dikir, bi balafireke taybet a ji Swîsreyê rakir ez revandim Kenyayê û ev bûyer vê rastiyê têra xwe rave dike. Bêguman di operasyonê de welatên Ewrûpa yên endamên NATO’yê hemû hene, lê mejiyê rêveber Ingilistan bû. DYE’yê jî operasyon bi awayekî fermî pêk dianî. Îsraîlê jî rê nîşan dida û mayîna min a li Moskovê jî wê asteng kir, ya rastî berê hem li Kenyayê hem jî li Rojhilata Navîn eşkere ji min xwestibû ez xwe biavêjim wan û penaber bibim. Lê ez pê ewle nebûm û ti carî jî nefikirîm pê ewle bibim. Di şexsê min de dixwestin şensa azad a Kurdan teslîm bigirin. Ez di vê mijarê de ji xwe piştrast bûm ku ez jî di navê de divê ti kesî curetî vê nekirana û lê nefikiriyana. Gelekî balkêş e; dixwestin lîstikên li ser rêveberiya komarê li ser min bilîzin û bi rêya PKK’ê jî li ser Kurdan. Dîsa yên li ser kar, hêmanên modernîteya kapîtalîst bûn ku bi hezar û yek benî bi hev ve girêdayî bûn.
Ji bûyerên di pêvajoya Îmraliyê de qewimîn min ders girt, lewma ez aram û bi sebir bûm. Di pêvajoya jêpirsîn, dadgerî û girtinê de jî ez xwedî li vê helwesta xwe derketim. Kesên di jêpirsînê de cih digirtin bi taktîkên rojane nêzîk bûn. Bisebirbûn û aramiya min şaş şîrove kirin. Heman şîroveyên şaş di nava rêxistinê de û li derveyî wê jî dihatin kirin. Lê tevî şîroveyên şaş hemûyan jî min sekin û helwesta xwe xira nekir. Di sala yanzdehmîn de jî Ez hê bi tena serê xwe xwediyê vê helwestê me. Tevahiya vê demê ez ji pêvajoyeke parastinê ya çar qonaxî bihurîm.
Qonaxa Yekemîn a Parastinê: Di dema dadgehkirinê de min bi pirtûkeke piçûk hewl da ‘Manîfestoya Çareseriya Demokratîk’ bînim ziman. Herçiqasî min baş neanîbe ziman jî ev pirtûka min ji bo çareseriya demokratîk di wê astê de bû ku kevirên çarqozî yên quncikan destnîşan bike. Heyf e ku ev ji aliyê derdorên siyasî û hukûmetê ve nehate nirxandin. Pêvajo bi temamî bi serê xwe hat berdan û bawer kirin ku wê bi awayekî xweber çareser bibe. Serokwezîrê demê Rêzdar Bulend Ecevît hewl da ku hin gavên çareseriyê biavêje, lê ji aliyê hevparê wî yê koalîsyonê MHPê ve hat pûçkirin. AKP’ê tew nexwest pirsgirêkê hîç fêhm bike. ‘Nexşeyeke Rê’ ya belkî berê hatiye xêzkirin di çarçoveya Bakurê Iraqê (Başûrê Kurdistanê) de kafî didît. Ji nameyên ku min ji rêveberiya jor û weke serokwezîr min ji Rêzdar Abdullah Gul û Recep Tayyîp Erdogan re şandin û parastinên min ên ku di nava yanzdeh car cezayê hucreyê di nava hucreyê de kirî, bersiv negirtin. Heta bi sala 2005’an wext badilhewa çû. Pêvajoyeke nû ya çalakiyan xwe ferz kir.
Qonaxa Duyemîn a Parastinê: Ev parêznameya min ji du cildan pêk dihat û ji rûniştina pêşî ya doza li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê re bi navê ‘Ji Dewleta Rahib a Sumer Ber Bi Şaristaniya Demokratîk Ve (Ber Bi Komara Demokratîk Ve)’ hat pêşkêşkirin. Min bi vê parêznameyê xwe hûrûkûrtir li çareseriyê ceribandibû.
Qonaxa Sêyemîn a Parastinê: Ev parêznameya min bi navê ‘Parastina Gelekî’ hat weşandin û ji Avahiya Mezin a Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê re hat pêşkêşkirin. Ev qonaxa sêyemîn bû. Di vê de pêkhatina pirsgirêka Kurd û çareseriyên wê yên muhtemel hatin berbiçavkirin. Qonaxa Çaremîn a Parastinê: Ez vê pêvajoyê weke pêvajoya çaremîn û dawî bi nav dikim ku ez hê jî di navê de me. Di vê pêvajoyê de li bin navê ‘Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk’ min çar cildên parêznameyan temam kirin û cilda pêncan jî ez ê hewl bidim temam bikim. Ez niha bi navê ‘Nexşeya Rê’ pirtûkeke piçûk amade dikim ku ev weke şêweyê pêş ê cilda pêncemîn e. Çar cildên parêznameyan li gorî rêzê bi van navan hatin amadekirin: 1-Şaristanî, 2-Şaristaniya Kapîtalîst, 3-Sosyolojiya Azadiyê, 4-Li Rojhilata Navîn Şaristaniya Demokratîk. Cilda pêncan jî wê navê xwe ev be: Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya
Demokratîk (Parastina Kurdên Di Nava Pencê Qirkirina Çandî de).
Mirov dikare dema 25 salên dawî (1984-2009) ya têde têkoşîna çekdarî bi rola sereke rabû weke dema şerê heqîqetan binirxîne. Ji ber ku ji şerê rizgariya civakekê wêdetir, derxistina holê ya rastiyan îfade dike. Li nava dinyayê heqîqet berbiçavtir bûne. Pirsgirêkên civakî û dîrokî çiqasî heqîqetên der barê xwe de darî çav bikin, ewqasî jî dikevin ser rêya çareseriyê. Jixwe serketinên eskerî heta nebin şerê rewa yên parastinê, bi tevahî dibin çavkaniya pirsgirêkan. Ji serketin an jî binketina şerê bîstûpênc salan wêdetir, ya girîng ew e, ev şer çiqasî bi roleke çareserker rabûye. Divê mirov bipirse, Şerên Sedsalê yên di navbera Ingilîstan û Franseyê de ji bilî ku piştrast bike Derya Manşê sînor e, wekî din bi kêra çi hatiye. Çaryekê sedsala bihurî di piştrastkirina hebûna Kurdan de diyarker bû. Di dema pêşî de ji hedefên PKK’ê bû ku hebûna Kurdan bi dewleta netewe tacîdar bike. Lê di dawiya demê de hat fêhmkirin ku ev tac hîç hewce nake, berevajî vê, ji sedan ezmûnî hat fêhmkirin ku wê bibe çavkaniya pirsgirêkên nû. Lewma pêkanîna siyaseta demokratîk a civakê manedar û çareserker bûye.
Serwextbûna li pêvajoyên veguherîn û pêşketina PKK’ê di heman demê de dihêle ku mirov bi awayekî têkûz li xwe jî serwext bibe. Di atmosfera şerê sar ê cîhana salên 1970’î de em difikirîn PKK’ê jî di nava bereya sosyalîzma pêkhatî de bihesibînin. Bi kêmanî niyet wisa bû. Jixwe çeperên têde cih girtibû jî ev îfade dikir. Lê asta wê ya entelektuel, hestên şoreşgerî û asta wê ya têgînan, rê nedida ji vê astê bibihure. Xwezaya civakî ya Kurdan jî materyalê wê di wê rewşê de nebû ku bi têgîn û teoriyên modern were ravekirin. Îradeya şoreşgerî bêhtir diyarker bû. Ji îdeolojiyê zêdetir jiyana azad îlham dida. Ji lewra wexta ku sosyalîzma pêkhatî ji qîmeta xwe ket, pirr jê bi tesîr nebû. Ji partiyeke çepgir a modernîst wêdetir dişibiya tevgereke li ser hîmên exlaqî û baweriyê. Ne ku teorî tinebû, lê nirxa bingehîn a mirov bi hev ve girê didan exlaq û bawerî bû. Li cem civaka Kurd a di pêvajoya şer de belkî sermayeya herî girîng, hêza exlaq e ku hê jî pê hebûna xwe diparêz e, cesareta wî ye, û xweragirtina wî ye ku şert û mercên dijwar ên jiyanê diyar dikin.
PKK’ê weke mînakên din modela partiyeke çepgir a modernîst zêde qebûl nekiribû û belkî ev jî yek ji sedemên bingehîn ên hilberînerî û pêşketina wê bû. Cihêbûn û veqetînên ji PKKê nikarîbûn pêşiyê li pêşketina wê bigirin, di vê de jî hêmana herî girîng ew e, xwe ti carî zêde ber bi bayê partiya çepgir a modernîst û şêwazê wê yê jiyanê nexist. Ne bi tenê civak bi rengê PKKê pêk hat, ji ber rastiya civakî ya jê tê û bi hêza di nava wê de azadbûnê dayê, şerekî xurt ê navxweyî jî di nav refên wê de qewimî. PKK’ê herî zêde şerê civakî di nava xwe de meşand. Partiyeke modernîst nikarîbû xwe li şerekî bi vî rengî yê navxweyî ragirtana, lê ji bo pêşketina PKK’ê têkûztir bibe bi tesîr bû.
Kengî PKK’ê dev ji hedefa xwe ya dewletbûnê berda û ket ser rêya siyaseta demokratîk, ev bû veguherîna bingehîn. Ne ku zehmet bû, dev ji avakirina dewleteke netewe ya sosyalîzma pêkhatî dihat berdan. Ji ber ku şêwazekî jiyanê hebû ti cudahiya xwe ji şêwazê jiyana kapîtalîst a li tevahiya cîhanê tinebû. Yan wê li dinyayeke din derfet û îmkanên jiyanê bidîta yan jî wê weke sosyalîzma pêkhatî ya jihevdeketî belav bibûya. Alîkariya herî mezin a pêvajoya Îmraliyê ew bû, li derve ez bi sînor li ser çareseriya demokratîk radiwestiyam. Bi vê pêvajoyê re ev yek hûrûkûr hat meşandin. Axaftin û parêzname vê meşa hûrûkûr bi awayekî balkêş nîşan didin. Dewlet jî PKK jî demeke dirêj li vê rastiyê serwext nebûn; mîna guhertineke taktîkî hesibandin. Hinekan ev bûyera guhertinê bi awayekî mîna destpêka pêvajoya tesfiyeyê fêhm kir. Lê ya rastî, di teoriya siyasetê û agahîgirtina civaknasiyê de em hûrûkûr diçûn. PKK bi veguherîneke berfireh re rûbirû bû. Kesên bêberpirsiyarî ango kesên ji exlaq mehrûm ev kêliya veguherînê ji bo reva xwe kirin bahane û xwe ji vê dûr nekirin. Li hemberî ciddiyeta veguherînê di revên piştî salên 2000’î de qelsiya exlaqî
hêmanekî diyarker e.
Dewlet û derdorên çepgir li bendê bûn ku PKK xwe bi xwe tesfiye bike. Ev helwesteke gelekî şaş û bêberpirsiyarî bû. Eger dewlet bêhtir bi berpirsiyarî rabûya piştî 1999’an veguherînên demokratîk ên dîrokî pêkan bûn. Ji ber ku bi awayekî hêja bersiva hewldanên yekalî nedihat dayîn, bi rastî firsendeke dîrokî badilhewa ji dest diçû. Çepgirî bi ferdperestiya lîberal a pê diherifî ji dewletê zêdetir bêberpirsiyarî tevdigeriya. Ji bo revê ti pîvana exlaqî nedibû ku bihata qebûlkirin. Civak demeke dirêj nayên xapandin û ev yek careke din bi awayekî hêvî nedihat kirin di civaka Kurd de pêk hat. Êş û azarên pêk dihatin bi awayekî dijwar mirov hîn dikirin. Dilsoziyeke ji rêzê têrê dikir ku civak ji bo yekîtî û azadiyê li ser piyan bimînin. Eger PKK bihata tinekirin jî civakeke her kêlî ji bo azadî û anora xwe rabe ser piyan hatibû avakirin, gel û ferdên azad pêk hatibûn.
Weke encam; pirsgirêka Kurd nehatibû çareserkirin, lê derfet û îmkanên çareseriyê têra xwe zêde bûbûn. Gotin di cih de be civak rabûbû ser piyan û li benda çareseriyê bû. Herçiqasî PKK’ê nikarîbû çareseriyên xwe bi awayekî yekalî pêşde bibe jî şensê çareserkirinê bi hêz dewam dikir. Çaresariya dewleta netewe êdî şert nebû, lê li çareseriyên siyasî yên demokratîk ên naveroka wan têrûtijî pêşî hatibû vekirin. Dewletê jî çareseriyên xwe yên yekalî ferz nedikirin. Êdî haya wê ji wê hebû ku wê weke berê hebûna xwe bi hişkînkarê nikaribe dewam bike. Çareseriya eskerî jî bû şêwazekî çareseriyê ku betan ji rûyê xwe buhatir be.
Hêza bêsînor dikare li xwediyê xwe jî vegere û pêvede. Jixwe rewş gihiştibû wê astê. Cihêbûn û jihevdeketina di nava PKK’ê de bi heman rengî di nava dewletê de jî pêk dihat. Dewletê yekem car curet dikir ku di bin navê Ergenekonê de xwe dadgeh bike. Komara Tirkiyê di dîroka xwe de cara pêşî diket pêvajoya herî ciddî ya jêpirsînê. Bêhejmar rastiyên dihatin înkarkirin êdî dihatin ziman. Bêguman di vê pêvajoyê de bûyera herî girîng a qewimî, hevdîtina 27’ê Mijdarê di navbera Serokê DYE û Serokwezîrê Komara Tirkiyê de bû. Bi tevahî naveroka vê hevdîtinê nayê zanîn. Lê derket holê ku di berdêla tesfiyekirina têkoşîna çekdarî ya PKK’ê de gihiştin wê biryarê ku şêwazê rêveberiya berê yê Gladîoyê bi dawî bikin. Dadgehkirina Ergenekonê îfadeya berbiçav a vê yekê bû. Bi awayekî li salên 1923’an vegeriyan.
Diwêrîbûn ji şaşiyên heştê û pênc salan vegerin. Avakerên esasî yên Komarê ji nû ve digihiştin hev. Dîsa di demeke nazik a dîrokê de gav dihatin avêtin. Kurdên hatibûn parçekirin yekîtî û yekparebûn dixwestin; he jî li ser bingehê Mîsaqeke Mîllî ya nûvekirî. Dibe ku li dîrokê neheqiyên mezin bêne kirin, lê ti carî ji bîr nake. Roj tê, alî ji bo van neheqiyan ji holê rakin ji nû ve civanê didin hev. Bêguman çareserî pêk nehatiye, lê ketine ser rêya wê. Hêviyên li serê rê peyda bûne her roja diçe bi hêztir dibin. Potansiyela Komarê heye ku modela xwe ya demokratîk pêk bîne. Eger xwedî li mîrateya dewlemend a şaristaniyan derkevin, hêjayî ruhê yekîtiya bi biratiya hezar salan û ummetê derketiye holê bibin, wê ev potansiyel bi tenê modela xwe pêşkêş neke, ji bo tevahiya gelên herêmê yên bê şens bibe mînak. Di pirsgirêka Kurd de gera li çareseriyê modeleke demokratîk gengaz û ferz dike.