Melisa ciwanên HDP’ê wê di 11 Tebaxê de şahiyekê li dar dixe, ciwanên ku tevlî vê şahiyê dibin bang li tevahî ciwanan kirin ku çihê xwe di vê şahiyê de bigrin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê di 11’ê Tebaxê de bi dirûşmeya “Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî bidomînin” li Qada Îstasyonê ya Amedê şahiya ciwanan li dar bixe. Parlementerên HDP’ê û rêxistinên civaka sivîl, Koma Çiya, Azad Penar û Rûken Yilmaz bi stranên xwe û Koma Erbaneyê ya Jinan tevlî şahiyê dibin.
Ciwanê bi navê Ozlem Noyan yê 24 salî destnîşan kir ku divê li dijî çewisandinan herkes bi rengê xwe tev li şahiyê bibe û got: “Em dixwazin jinên me, mirovên me, ciwanên me û zarokên me tev li şahiyê bibin û govenda azadiyê bigerînin. Em di bin çewisandin û zulmê de ne. Dixwazin gel biçewisînin. Lê dê ev gel netepise û dê zilmê qebûl neke. Ev şahî li dijî çewisandin û tepisandinê ye. Dê ev yek nîşaneya ku em serî natewînin be. Bila dewlet baş zanibe ku em natirsin û em ê serî netewînin.
Her wiha ciwanê bi navê Okan Kaya ku 22 salî ye jî bal kişand ser polîtîkayên dewletê yên di salên dawî de li ser xwendekarên lîse û zanîngehê dide meşandin û got: “Ciwanên Amedê dixwaze bi pratîka xwe vê pratîka dewletê birûxîne. Dê vê yekê jî bi şahiyeke mezin, li Qada Îstasyonê tevî gel bike. Gelê Amedê gelekî bi rûmet e, baş dizane dê kengî çi û çawa bike. Heta niha me bi tu awayî çog daneniye, em ê ji niha û pê de jî daneynin û em li benda herkesî ne.”