Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi boneya bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin cara 779’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
NAVENDA NÛÇEYAN – Ji parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, Cengîz Yureklî, Mazlum Dînç û Mêhdî Oztuzun bi boneya bi miwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin, cara 779’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Daxwaza hevdîtina parêzeran a bi Rêber Ocalan re ji 27’ê Tîrmeha 2011’an vir ve 778 car bi hincetên mîna “muxalefeta hewayê”, “keştî xerabeye”, “keştî di tamîrê de ye”, “Rewşa Awarte” û “Anîna sînorkirina der barê girtî de” hat redkirin.