Ciwanên Reqa, Dêra Zorê û Tebqayê tevlî çalakiya Mertalên Zindî ya ciwanan ku li ser deriyê sînor yê Sêmalkayê li dijî dagirkeriya Dewleta Tirk li ser axa Başûrê Kurdistanê û êrîşên li ser Qendîlê hatiye li dar xistin bûn.
SÊMALKA – Çalakiya mertalên zindî ku bi pêşengtiya Yekîtiya Ciwanên Rojava û Yekîtiya Jinên Ciwan di çarçoveya qonaxa duyemîn ya hemleya SERÎ HILDE de û di bin silogana” Ji bo azadiya çar perçeyên Kurdistan SERÎ HILDE” li dijî dagirkeriya Dewleta Tirk li ser axa Başûrê Kurdistanê û êrîşên li ser çiyayên Qendîlê li ser deriyê sînor yê Sêmalka yê hatiyê li dar xistin roj bi roj serdan û piştgiriya çalakiya ciwanan zêde dibe.
Îro ciwanên Reqa, Dêra Zorê û Tebqayê tevlî çalakiya ciwanan bûn. Li bin konê çalakiyê li ser navê ciwanên mertalên zindî Çiyager Qamişlo axifî û bi xêr harina ciwanan kir, her wiha li ser navê ciwanên Reqayê Enwer Mehmud axifî û got: Em vê çalakiyê pîroz dikin û wek ciwanên Reqa piştgiriya çalakiya mertalên zindî dikin.
Li ser navê ciwanên Dêra Zorê jî Xelîl Eyfan axifî û got ku em wek ciwanên Dêra Zorê tevlî çalakiya mertalên zindî dibin û li dijî dagirkeriya Dewleta Tirk tekoşîn bikin.