DI PIRSGIRÊKA KURD DE ÇARESERIYÊN MUHTEMEL
Hegemonya modernîteya kapîtalîst ji serê sedsala 19. ve li Rojhilata Navîn dest bi bicihbûnê kir. Bi vê re
pirsgirêkên civakî û îhtîmalên çareseriyê gihiştin qonaxeke nû. Pirsgirêk û rêyên çareseriyê yên xweserî
serdema destpêkê û navîn ji nû ve, lê bi awayekî navenda wan guherî, ji aliyê şaristaniya hegemonîk a
Rojava ya bi hêmanên nû bi gewde bûye, veguhezîn rojeva dîrokê. Pirsgirêka giştî ya Rojhilata Navîn ku jê re
pirsgirêka Şerqê jî tê gotin û bi xwe em dikarin weke pêvajoya parçebûna Împaratoriya Osmanî bidin nasîn,
li cem her civak, netewe û gelî tevî xisletên wekhev, bi xisletên cihêreng jî ket rojevê. Di serî de Ereb, Fars,
Tirk, Kurd, Ermenî, Rûm, Suryanî û Cihû li ser bingeha milliyetan, di serî de Misilmantî, Xirîstiyantî, Mûsewîtî
û laîktî li ser bingeha dîn û mezheban, wekî din li ser bingeha qadên bingehîn ên çînî, civakî, aborî, polîtîk,
îdeolojîk û leşkerî her ku çû pirsgirêk bi rengekî berfireh qewimîn. Li pirsgirêkên kevin ên herêmê şêwe û
naverokên nû zêde kirin, bi vî awayî herêm bû qadek e ku timî lê şer, pevçûn û krîz hebin an jî kirin ku
hebin. Serdestiyeke temam a şaristaniya Rojava mewzûbehs bû. Ev serdestî her ku bi hêz bû, li cem
tevahiya welat, netewe û civakan bivênevê pirsgirêk û gera li çareseriyê jî zêde bibûya.
Dîrok her tim bi serê xwe pirsgirêkan pêk nayîne; mekan û demên pirsgirêk têde diqewimin bi xwe re
çareseriyên muhtemel jî tînin. Ya girîng ew e, mirov rêyên çareseriyê yên muhtemel û çavkaniyên sereke
yên pirsgirêkan û çareseriyên wan bi şert û mercên zeman û mekan ve girêdayî bi awayekî rastî terîf bike û
wan ber bi bicihanînê ve bikişîne. Ji bo vê jî bi awayekî têrûtijî guftûgokirin û zelalkirin gelekî girîng e. Di
rewşeke berevajî de hewldanên ji bo guftûgo û çareseriyê wê bibe şer û pevçûna koran. Di rewşa berbiçav a
Rojhilata Navîn de dused salên dawî yên di bin hegemonya modernîteya kapîtalîst de derbas bûn hinekî jî bi
awayekî şerê koran pêk hat, pêk anîn. Bi giştî em ji polîtîkayên parçe bike-bi rê ve bibe heta bi taktîkên
rojane yên pêşdebirina hegemonyayê di her qadê de, di encama pêkanîna gelek rêbazên cuda de ferd û
beşên civakî yên neketibin şewkê nemaye.
Welatê Kurdistanê û civaka Kurd jî di serê wan civak û welatan de tên ku herî zêde ji hegemonya
modernîteya kapîtalîst bi tesîr bûne, parçebûne, bi pirsgirêk, îmha û serhildanan xeniqîne. Kurd û pêşiyên
wan di serdemên destpêkê û navîn de weke civak û welat pêvajoyên bi heman rengî dîtin, lê wexta
mêtinkarî û zordestiya di dema modernîteya kapîtalîst de jî li vê zêde bû, cara pêşî pêvajoyekê destpê kir ku
hebûna wan bi awayekî ciddî û sîstematîk ket tehlûkeyê. Bi ketina vê pêvajoyê re demeke welê bi tehlûke
wê destpê bikarana ji aliyê çandî û fizîkî ve qirkirin wê timî biketa dewrê. Di nava vê çarçoveya giştî de
paralel bi beridîna pirsgirêka Kurdistan û Kurd re, çareseriyên muhtemel ên bi xwe re hildigirtin jî timî
beridîn û veguherîn.
Mirov dikare beridîn û veguherînê di bin sê sernavên sereke de binirxîne.
1- Çareseriya Îmhaker a Neteweyî ya Hegemonyadariya Modernîteya Kapîtalîst
Ev şêwazê çareseriyê yê sîstema kapîtalîst e. Li metropol û mêtingehan bi şêwazekî dijwar bi şîddetê pêk
tîne. Yekdestdariyên dewleta netewe, kapîtalîzm û îndustriyalîzm ku sê hêmanên bingehîn ên modernîteya
kapîtalîst in, bikevin binyeya kîjan civaka neteweyî modela homojenkirina civakê pêk tînin û ji lewra timûtim
hewce dibînin serî li polîtîkayên îmha û înkarê bidin. Ev polîtîka yan jî şêwazê rêvebirinê, li gorî berxwedana
diyardeya civakî ya li beramberî xwe dikare bibe xwedî şêweyên cihê. Eger bixwaze hebûna civakî ya li
beramberî xwe ji holê rake û di nava hêmanên xwe yên modernîteya kapîtalîst de bihelîne, zêdebûna
şîddetê dikare heta bi qirkirinê biçe. Carnan civakan dikin hedef, mişextî cografyayên din ên dor li wan girtî
dikin ku bi hêsanî asîmîle bibin. Ji gund, ji deşt û zozanan koçberkirina ber bi bajaran ve şêweyekî din ê
şîddetê ye. Kampên komkirinê, zindan û tevkujiyên girseyî şêweyên şîddetê yên hê dijwarkirî ne. Ji bo bi
hêsanî rêve bibin welatê dapîr û bavpîran parçe dikin ku ev jî şêweyekî din ê şîddetê ye. Çi bi zorê çi jî bi
amadekirina şert û mercan, asîmîlasyona tê kirin dikeve kategoriya şîddetê. Operasyon, bê kar û bê
tenduristî hiştin, her cure qedexe, xebitandina bi nanozikê şêweyên şîddetê ne ku timî di dewrê de digirin.
Tevî vê, civak an jî koma bûye hedef hê li ser piya mabe, lê tesfiyekirina wê bivê, hingê bi qirkirina fizîkî
qirkirina çandî wê bê temamkirin.
Li Rojhilata Navîn, hêmanên cihêreng ên modernîteya kapîtalîst, rêveberiyên wan ên yekdestdar û nexasim
şêweyên şîddetê yên hatin diyarkirin ji aliyê dewleta wan a netewe ve di şert û mercên zeman û mekanên
cihê de li ser Kurdistan û Kurdan pêk anîn. Eger mirov van kirinan bi tenê bi rêveberiyên despotîk û
dewletên netewe yên Tirk, Fars û Ereb ve girê bide, ev ê bibe helwesteke qels û kêm. Hegemonyadariya
navendî ya kapîtalîst a sereke li ser kar nebe, ti rêveberiya despotîk an jî dewleta netewe bi tena serê xwe
xwedî wê hêzê nîne ku şîddeta îmhaker a neteweyî pêk bîne. Eger sîstem destûrê nede, bixwaze jî nikare vê
hêzê nîşan bide, eger nîşan bide jî mayînde nabe. Ji serê sedsala 19. heta bi salên 1945’an Împaratoriya
Brîtanyayê di tevahiya seferên îmhaker ên neteweyî, tevkujî û parçekirinên li ser Kurd û Kurdistanê de, di
polîtîkayên mêtinkar ên xweserî dewletên netewe yên herêmê (Tirk, Îran, Ereb) de aliyek e. Eger Brîtanya û
hêzên din ên hegemonîk nebin, statuya dused salên dawî ya Kurd û Kurdistanê destnîşan nabe û bi cih nayê
anîn. Lê ev jî nayê wê maneyê ku bi tevahî berpirsiyarî ya metropolên emperyalîst e; hêmanên modernîteya
kapîtalîst ên herêmê yên di çarçoveya sîstematîka wan de hatine avakirin, bêrehmtir û îmhakertir bûne. Yê
ew xistine vê rewşa paşverû, şêwazê faşîst ê dewleta kapîtalîzmê, dewleta netewe û îndustriyalîzmê ye.
Hêmanên behsa wan tê kirin, ji ber ku modernîteya kapîtalîst dereng nas kirine û mîrateya çanda wan qels
e, bi pirranî neçarî rêbazên înkarker û îmhakeriya neteweyî dibin. Kapîtalîzma tê pêkanîn, ji ber ku bi
şêweyê yekdestdariya dewletê diberide, talanker e, desteserker e, û heta karkeriya bi heqdest jî nameşîne
yekser dimije û karê esas digire, divê bi vî awayî bi rê ve bibe.
Heman şêwazî li ser sektora taybet a hatiye dewlemendkirin jî ferz dikin. Eşkere ye ku ev şêweyê dewletê û
sektora taybet a kapîtalîzmê îmhakarî û asîmîlasyona bi darê zorê di dewrê de negire bi hêsanî nikare xwe
pêk bîne. Jixwe dewleta netewe bi xwe di rewşa patronê herî mezin ê kapîtalîst de ye. Ji bo li pêvajoyê
serwext bibe, gelekî girîng e ku mirov dewleta netewe weke şêweyê herî rêxistinkirî û bihêzkirî yê
kapîtalîzmê nas bike. ‘Muhendîstiya Civakê’ ya dewleta netewe, li ser navê etnîsîteya neteweya serdest
weke çerxeke homojenkirina topyekûn heta tesfiyekirina ‘yên din’, bêrehm digere. Dewletên netewe yên
Ereb, Tirk û Fars ên li ser Kurd û Kurdistanê hatine avakirin bi vê fonksiyonê barkirî ne.
Divê mirov îndustriyalîzmê jî weke pêkanîneke yekdestdar û îmhakeriya neteweyî fêhm bike. Ji ber ku
civaka cotkarî û gund xira dike, yek ji pêkanînên sereke yên modernîteyê ye ku bi awayekî berfireh qira
civakê tîne. Îndustriyalîzma xwe disipêre enerjiya nukleer, komir û avê balansa avhewayê xira dike,
hawîrdorê qirêj dike, bi jehrî û radyasyon dike, dihêle ku bi hezaran cihûwar tevî dewlemendiyên xwe yên
çandî bêne valakirin û ev çavkaniya tehlûkeyekê ye ku ji qirkirinê wêdetir e. Talan û xirakirina bermahiyên
dîrokî yên li Kurdistanê, bi awayekî azad venegotina Kurdan a çanda xwe, qedexekirina nirxên çandî û
tinebûna azadiya perwerdeyê nîşan didin ku bi kêmanî bi qasî qirkirina fizîkî aliyên bi tehlûke yên
rêveberiya şîddetê di warê qirkirina çandî de hene.
Ev hovîtiya civakî ya jêre çareseriya bi hêzê û eskerî tê gotin têkiliya xwe bi şêwazê pozitivîst ê Darwînîzmê
re heye. Li gorî pozitivîzma Darwînîzmê yê bi hêz mafê xwe yê man û jiyanê heye. Kurd yek ji wan civakan e
ku çareseriyên îmhaker û zordest ên rêveberiyên hêzên eskerî yên pişta xwe dane hêmanên modernîteya
kapîtalîst heta dawiyê dîtine. Ermenî, Rûm, Suryanî, Bedewî û Tirkmen jî bûne qurbanên çareseriyên bi
heman rengî. Fikra afirandina neteweya serdest a homojen bi temamî felaket e. Maneya her neteweya
homojen îmhakirina bi hezaran nirxên çandî ye. Li beramberî modernîteya kapîtalîst, bi taybetî jî li
beramberî dewletdariya neteweyî serhildan û berxwedanên bi armanca bergiriya rûmet û parastina hebûnê
têne kirin, bi sedema bê tewazuniya hêzan bi giştî bi tevkujiyan bi encam bûne. Her tevkujî gaveke
çareseriya eskerî hatiye hesibandin. Piştî ku Kurdistan bi Peymana Qesr-î Şîrîn (1639) du beşî kirin, tevî
Mîsaq-î Mîlliyê çarparçebûna wê pêk hat û bi vê felaket mezintir bû û vê jî hişt ku çareseriyên bi hêza eskerî
zêdetir pêk bên. Li derdora nod salî her parçeyê Kurdistanê ji bo çareseriyên bi hêza eskerî bû cihê
ceribandinê. Îmaja ‘Kurdê paşverû û asî’ pirr bi zanîn afirandin û ji bo seferên xwe yên pelixandin û îmhayê
kirin bahane.
Hêza civakî ya bingehîn a li pişt çareseriya bi hêza eskerî, burokrasî û bûrjûwaziya çîna navîn a bi destê
hêmanên modernîteyê hatiye pêkanîn e. Çîna behsa wê tê kirin, di nava înkara Kurdan de çavên xwe
vekirine. Ji bo mezinbûna wê jî divê mêtingehkirina Kurdan pêk bê û bi awayekî bê berdêl xwîna Kurdan
birije. Kurd û Kurdistan ji bo vê çînê ji çavkaniyên malê xam ê xwezayî têne hesibandin. Ti carî hêjayî kirdarî
û sûbjetiyê nayên dîtin, timî di rewşa obje de têne girtin û mehkûmî statuyeke koletiyê ya ji ya jinê
kambaxtir kirine. Hêzên hegemon ên Rojava li gorî vê çîna navîn polîtîkayeke sist a mêtingeriyê dimeşînin.
Çîna navîn a behsa wê tê kirin, li ber hêzên hegemon ên Rojava radibe, ev ji xwesteka wê ya serxwebûn û
azadiyê nayê; ditirse wê hêzên Rojava malê xam ji destê wê derxin û di şertên kêrhatîtir de bi rê ve bibin
ango dibizde ku li dijî wê bêne bi karanîn.
Ji salên 1920’an û virve li ser Kurd û Kurdistanê di bin siya hegemonên Rojava de, di berdêla tawîzên didin
van hêzan de hevgirtineke çaralî ya zimnî û sergirtî mewzûbehs e. Hegemonên Rojava van çar dewletên
netewe yên herêmê ango dewleta Tirk, ya Îran, Sûrî û Iraqê ji bo çawa dixwazin bi rê ve bibin di binî re bi
Kurd û Kurdistanê dilîzin û vî finasê xwe jî weke marîfetekê dizanin. Mîna ku destekê didin wan xwe nîşan
didin, lê kengî digihîjin armanca xwe jî wan li naverastê dihêlin û vê yekê ji bo berjewendiyên xwe di cih de
dibînin. Li dinyayê li ser ti gel û welatî evçend hêza eskerî nehatiye bikaranîn û dekûdolab nehatine
gerandin. Ermenî, Rûm û Suryanî jî bûne qurbanê dekûdolabên bi vî rengî yên modernîteyê. Di sala 2003’an
de bi hilweşîna dewleta netewe ya Iraqê re rêveberiyên Sûrî, Îran û Tirkiyê bizdiyan û ketin nava panîkê,
lewma bi tevahî pirsgirêk û nakokiyên di navbera xwe de dan aliyekî, biratiya dîn a gelî xwe bi benê wê jî
digirtin ji bîr kirin û li dijî Kurdan hevgirtina pîroz nû kirin. Hêzên behsa wan tê kirin, hevgirtina ku li dijî ti
dijminî pêk neanîbûn, bi lez li dijî Kurd û Kurdistanê pêk anîbûn û bêperwa xwe ji vê kirinê paşve nedabûn.
Kurd weke gelekî bêparêzer û bêhevgirtî li dijî van hegemonya û hevgirtinên qatbiqatî ji wan zêde serî
rakirine, lê mîna hemdemiyên xwe ne karîbûne çareseriyên dewletdariya netewe û ne jî karîbûne
çareseriyên neteweya demokratîk pêk bînin. Piştî jihevdeketina dewleta netewe ya Iraqê rê li hin hêzên
Kurd vebû ku di çarçoveya çareseriya dewleta netewe de dewleteke federe pêk bînin, lê zêde di rewşeke
ewle de nîne.
Ev pêkhatin ji bo Kurdan ne rizgarî ye, dixwazin ji bo hêzên mêtinkar û hegemonîk weke
destikê kontrolê bi kar bînin. Polîtîka hêzê û çareseriya eskerî li ser her parçeyê Kurdistanê û gelê Kurd ji bo
gihiştina armancên xwe ji îdeayên xwe nehatine xwarê, lê di hêza xwe ya berê de jî nînin. Ji ber ku gelekî
deşîfre bûye, bingehên wan ên hevkariyê jî hildiweşin. Çareseriya bi hêza eskerî ya dewletdariya netewe
herî zêde beşê civakî yê pişta xwe pê girê dide hevkartiya Kurd a ji rêûresmê ye. Lê têkoşîn û berxwedana ji
sîh salî dibihure maskeya rûyê vê hevkartiyê gelekî aniye xwarê. Lewma rêûresma hevkartiyê deşîfre û
teşhîr bûye. Di bêhêzbûna çareseriya eskerî de roleke mezin a dejenerebûna bingehê civakî yê hevkartiya
Kurd heye.
Piştî ku hegemonya DYE’yê li Iraqê bi cih bû, pêkanînên kevneşop ên Gladio’ya NATO li ser Kurd û
Kurdistanê zemînê xwe teng bû ango rêbazên kontrgerîlla bi şêweyê berê li ser Kurd û Kurdistanê wê
nikarîbûna bimeşînin. Tengezariya di navbera Komara Tirkiyê û DYE’yê de li ser helwesta li beramberî PKK’ê
û Dewleta Federe ya Kurd de pêk hat, bi lihevkirina Waşingtonê di sala 2007’an de gihişt qonaxeke nû.
Mirov wer fêhm dike ku di berdêla çekberdana PKK’ê de, di çarçoveya dewleta netewe de li ser
çareseriyeke çandî, siyasî, civakî û ekonomîk a têde çareseriya eskerî bi rola sereke nîne, li hev hatiye kirin.
Dadgehkirina Ergenekonê bi vê lihevkirinê re têkildar e. Divê mirov di gavavêtina têkiliyên asayî yên bi
Dewleta Federe ya Kurd re para vê lihevhatinê bibîne. Bi vî awayî pêkanînên rêveberiya dewletdariya
netewe ya Tirk li ser Kurd û Kurdistanê neçar man veguherin. Du lingên din ên modernîteyê, rêjeyên karê
yên sermayeyê yên tengavbûyî û berjewendiyên wê yên îndustriyel ên li ser ekonomiya Iraqê jî di vê de
gelekî bi tesîr bûn. Polîtîkaya nû ya Komara Tirkiyê der barê Kurd û Kurdistanê de giraniya xwe ya bi rêya
eskerî kêm kir û giraniya xwe da ser polîtîkayên qadên ekonomîk, civakî, siyasî û çandî yên deriyên wan
lihevkirinê vekirî. Bêguman ev bûyer û pêşketineke girîng e; ev bûyer û pêşketineke welê ye, li ser tevahiya
Kurd û Kurdistsanê ango li Rojhilata Navîn encamên wê yên girîng dikarin çêbibin.
2- Çareseriya Dewletdariya Netewe ya Federalîst a Kurd
Ev çareseriya xwe disipêre Başûrê Kurdistanê û Kurdên wir, şêwazê çareseriyê yê hêzên hegemonîk ên
Rojava nîşan dide. Ji ber ku ev hêz bawer nakin wê çareseriyên dewletdariya netewe ya faşîst a xwecihî
demeke dirêj serketî bin û ji ber ku ev şêwazê çareseriyê ji bo bicihbûna wan a herêmê li cih nîne,
çareseriya dewletdariya netewe ya federalîst xwe ferz dike. Bi vî awayî, hem bicihbûna wan a li welatê
pêwendîdar hem jî dewletdarên netewe yên xwecihî û hêmanên din ên modernîteyê bi xwe ve girê didin û
ji bo pêşdebirina vê, ev çareseriya xwe disipêre Kurdên Başûr bi rola qeraseyekî ewle radibe. Di vê
çarçoveyê de dewleta netewe ya Kurd a bi temamî serbixwe di cih de nîne û ji ber ku wê bi heman rola
qerase ranebe nayê tercîhkirin. Hêmanên modernîteya kapîtalîst a Kurd, ji ber ku polîtîkayên hevkartiyê yên
kevneşop têra xwe teşhîr bûne û ji ber ku bersiva berjewendiyên wan nade, ber bi çareseriya federalîst ve
gav diavêjin. Divê mirov Dewleta Federe ya Kurd a li Bakurê Iraqê (Başûrê Kurdistanê) bi tenê weke
veguherîna bûrjûwaya li herêmê nebîne, di heman demê de divê mirov wê weke veguherîna tevahiya çîna
bûrjûwa ya hevkar a li Kurdistanê bibîne. Bingehê wê kevin e. Di tevahiya serhildan û rêxistinên mîlliyetgir
de çareseriyên bi vî rengî timî weke hedef hatine diyarkirin. Tevî rewşa wan a belawela û di nava xwe de
parçebûyî, mirov dikare rewşa nû ya van hêzan weke modernîteya kapîtalîst a Kurd binirxîne.
Bi taybetî berxwedana sîh salên dawî ya PKK’ê ew jî neçar kirine ku piştgiriya hev bikin û li çareseriyeke
federalîst bigerin. Herçiqasî belawela û pirrserî bin, û dîsa di asta îdeolojîk-polîtîk de qelsiyên wan hebin jî li
dora Dewletdariya Netewe ya Kurd a Federe wê di şêwazê xwe yê çareseriyê de israr bikin. Dewletên
netewe yên cîran ên xwecihî ango Tirkiyê, Îran, Sûrî û heta dewleta netewe ya navendî ya Iraqê, çiqasî li ber
rabin û qebûl nekin jî îhtîmaleke zêde ye ku bi desteka hegemonya kapîtalîst a global hebûna xwe mayînde
bikin. Hegemonya global vê modela çareseriyê ji bo berjewendiyên xwe li cih dibîne ku li tevahiya Rojhilata
Navîn pêk bîne. Çarenûsa şêwazê çareseriya federalîst girêdayî bûrjûwa dewleta netewe ya serdest û
burokrasiya wê ye ku rast li nasnameya Kurd serwext bibin û jêre rêz bigirin. Ezmûna li Iraqê nîşan dide ku
hê negihiştiye asta em behsa wê dikin. Helwesta dewleta netewe ya Ereb a Sûrî ew e, Kurdan li derveyî
civaka dewletê dihesibîne. Xwe nade ber ku Kurdan weke welatî jî qebûl bike. Mîlliyetgiriya Şîa ya hişk a
Îranê ji diyardeya Kurd re xerîb e, û di asîmîlekirina Kurdan de bêkêr e. Ji bo rêveberiya eyaletan a ji
rêûresmê li gorî hêmanên modelan veguhere jêre hinekî dem divê. Rêveberiya heyî ji federalîzmê dûr e.
Dibe ku bûrjûwaziya çîna navîn a Tirk û burokrasiya wê zûtir ji zêhniyeta înkarker û asîmîlasyonîst rizgar
bibe. Ji ber ku giraniya girseya Kurd bi Komarê re û di pêkhatinên berê yên dewletê de bi tebeqeya jor a Tirk
re gelekî hevkarî kirine, ev dikare rê li ber şoreşa zêhniyetê veke.
Jixwe zehmet nîne ku şirîkatiya wan a stratejîk di pêvajoya rizgariya Komarê de bi bîr were anîn. Eger li
dîroka hevpar serwextiyeke rast bibe, di nava avahiya dewletê de bivênevê di warê qebûlkirina Kurdan de
pêşketin ê bibin. Tirk weke millet têra xwe xwedî ezmûn in, pê dizanin di demên krîtîk de bêyî Kurdan
mayîn felaketeke stratejîk e. Di demên asayî de federalîst nebe jî bi vê rewşa qebûlê ceribandinên ji bo
jiyana hevpar zehmet nebin. Weke civak ketina zikhev bi pêş ketiye û ev dikare ji bo îradeya jiyana hevpar
were bikaranîn. Ji ber ku îdeolojiya neteweperest û mîlliyetgir teşhîr bûye û kokên dîrokî yên têgihiştina
ummet-millet kûr diçin, pêkan e ku ev ji bo demokrasiya muhafezekar were bikaranîn û di rewşeke welê de
hevkartiya Kurd a ji rêûresmê jî wê van refan tercîh bike. Rastiya berbiçav a diqewime jî ber bi vî aliyê me
diyarkirî diberide. Herçiqasî çareseriya bi şêwazê eskerî li ber derî were sekinandin jî bi kêmanî di çarçoveya
azadiya fikrê de guftûgokirina federalîzmê mumkîn e.
Hem çareseriya bi hêza eskerî hem jî çarseriya federalîst a bi hevkaran, kapasîteyên herduyan yên civakî
teng in. Çareseriyeke li gorî berjewendiyên tevahiya Kurdan û civakên cîran nîne. Ev modelên çareseriyê di
navbera tebeqeya jor û modernîteya kapîtalîst de modelên çareseriyê yên li ser li hev kirine, nîşan didin.
Çiqasî ji beşê jêr ê civakê bitirsin, ewqasî xwe nêzî pêdiviya bi çareseriyê dikin. Çareseriya li cem tevahiya
tevgerên rizgariya neteweyî û sendîkavaniya çîna navîn, çareseriyeke çîna navîn e. Çaresernebûna
pirsgirêkên heyî bi vê çîna navîn re têkildar in. Her çînek kapasîteyeke xwe ya çareseriyê heye. Ji bo ku
pirsgirêkên civakî ji binî ve û bi kok bêne çareserkirin, divê hêmanên civakî yên demokratîk ên li derveyî
hêmanên modernîteya kapîtalîst bikevin dewrê û bi rola xwe ya dîrokî rabin. Ji bo modernîteya kapîtalîst a
Kurd pêk bê dîrok derfet û îmkanên pêdivî bi wan hene nadiyê. Lêgerînên çareseriyê yên ber bi dewleta
netewe ve di wê hêzê de nînin ku ji federalîzmê bibihurin. Federalîzm bi serê xwe nikare di çareserkirina
pirsgirêkên civakî yên Kurd de ku ketine qonaxa krîza akût, têrê bike; bi tenê dikare di çareseriya neteweya
demokratîk de bi rola xwe rabe û bi vî awayî dikare fikarên ji kêm-mayîna wê çêbûne ji holê rake.
(SIBE DEWAM DIKE)