Meclîsa Ciwanan a HDP’a Îzmîrê ragihand ku sîxûriyê li ser endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’a Îzmîrê tê ferzkirin. Hevserokê HDP’a Îzmîrê Çerkez Aydemîr got dê ev polîtîkaya zext û tehdîdan wan nede çewisandin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Îzmîrê li dijî tehdîd û teklîfa sîxûriyê li ser endamên xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Civîn li avahiya HDP’ê ya Îzmîrê pêk hat. Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê yên hatine tehdîdkirin û Hevserokê HDP’a Îzmîrê Çerkez Aydemîr beşdarî civînê bûn.
Beriya daxuyaniyê hevserokê HDP’a Îzmîrê Çerkez Aydemîr diyar kir ku ew ê polîtîkaya tehdîd, zext û teklîfa sîxûriyê nikare çoga wan bide şikandin.
Yek ji van ciwanên bi tehdîdan re rû bi rû maye Serhat Koçer anî ziman ku kesên xwe wek endamên emniyetê nîşandan bi telefonê lê geriyane û wexta ku teklîfa wan a sîxûriyê qebûl nekiriye wî tehdîd kirin e û li dijî ciwanên HDP’î zext zêde bûne. Koçer da zanîn ku li ser van tehdîdan wî serî li Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê daye û got: “Tehdîd dewam bikin ez ê serî li riyên hiqûqî bidim. Wê li dijî van rêbazên faşîst û pêkanînên çogşikandinê bersiva têkoşîna me ya demokratîk bibe bersiva herî xurt.”