Di çarçoveya qonaxa duyemîn ya hemleya SERÎ HILDE de Yekîtiya Ciwanên Şengalê civînên xwe li gund û navçeyên Şengalê dewam dikin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) di çarçoveya pêngava “SERÎ HILDE” li gund û navçeyên Şengalê ji bo ciwanan dest bi rêze civînan kiriye. Piştî civînên li Dugur, Borik, Xanesor û Serdeşta Çiyayê Şengalê, duh li gundê Kersê civîn hate lidar xistin. Civîn li salona navenda gundê Kersê bi tevlîbûna dehan ciwanan pêk hat, civîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pêkir.
Di civînê de li ser tecrîda giran ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hate axiftin. Endamê rêveberiya YCÊ Lehing Şengalî der barê naveroka civînê û qonaxa duyemîn ya hemleya serî hild de wiha axifî: “Em weke ciwanên Êzidî, piştî pêngava “Serî Hilde” derbasî qonaxa duyemîn bûye, me jî pêwîst dît ku em çalakiyên xwe zêde bikin. Ji ber ev dema em têdene pir hesase, bi taybetî ji bo civaka me ya Êzidî”.
Şengalî wiha domand: “Ji bo em karibin ciwanan hişyar bikin, me di çarçoveya pêngava “Serî Hilde” de dest bi çalakiyan kiriye. Di 3’ê Tebaxê de me dest bi meşa dirêj kir. Piştî wê jî me ji bo ciwanan dest bi civînê kiriye. Di serî de li Dugur, Borik, Xanesor, Serdeştê û niha jî li gundê Kersê”.
Şengalî di dawiyê de diyar kir ku civînên wan dê li tevahiya gund û navçeyên Şengalê berdewam bikin.
Piştî civîn bi dawî bû, ciwanan govend gerand û çalakiya mertalên zindî ya li Qendîlê silav kirin.