Odeya Çalakiyên a Xezeba Zeytûnê li navçeya Extrîn a girêdayî herêma Ezazê ya bakurê Helebê çalakiyek pêk anî. Di encama wê de çeteyekî girêdayî Tîma El-Sultan Mûrad hate kuştin.
https://www.youtube.com/watch?time_continue=4&v=jC3xNyax8cw
NAVENDA NÛÇEYAN – Odeya Çalakiyên a Xezeba Zeytûnê îro ji bo raya giştî daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku çeteyekî girêdayî çeteyên Tîma El-Sultan Mûrad di encama çalakiya li gundê Ziyadiye yê navçeya Extrîn hate kuştin.
Daxuyanî wiha ye:
“Yekîneyên me yên Odeya Çalakiyên a Xezeba Zeytûnê di 8`ê Tebaxê 2018`an de li herêma Extrîn a Ezazê li gundê Ziyadiye ji bo bersivdayîna kiryarên çeteyan li ser şêniyên Efrînê û talankirina mal û milkên wan, çalakiyek pêk anî. Yekîneyên me tevgera yek ji çeteyên Sultan Mûrad şopand da ku cezayê xwe der barê kiryarên ku li ser şêniyan pêk dianî, bistîne. Em wek Odeya Çalakiyên a Xezeba Zeytûnê soz didin ku çete li ku derê bin em ê tolê rakin. Efrînê, sebrê bikişîne, serkeftin tê.”