Komiteya amadekar a Meşa Dirêj afîşa meşê parvekir. Meşa Ciwanan ya ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan wê ji 2’ê meha Îlonê heta 7’ê mehê bidome.
NAVENDA NÛÇEYAN – Meşa Dirêj wê piştî 3 hefteyan destpêbike. Di bin şiyara “Li dijî faşîzmê Serî Hilde, Rêber APO Azad Bike” wê ciwanên Kurd û enternasyonalîst li 1’ê meha Îlonê li bajara Almanya Dortmundê kombibin û li 2’ê mehê dest bi meşa xwe bikin.
Ciwanên ku bi her gav ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bimeşin wê ji bajarên Bochum, Gelsenkirchen, Essen û Duisburgê derbasbibin. Di dawiya meşa xwe de ciwan wê bighêjin bajarê Dusseldorfê. Di derheqê meşê de komiteya amadekar ya Meşa Dirêj afîşekî amade kir û niha parve kir.
Link ji bo afîş (jpeg)
Link ji bo PDF