3- Çareseriya Neteweya Demokratîk
Xisleta diyarker a çareseriya neteweya demokratîk ew e, li derveyî dewletê li çareseriyê digere. Li derveyî dewletê gera li çareseriyê tê wê maneyê; ne hewl dide dewletê xira bike û li şûna wê yeke din ava bike, ne jî bi ser dewleta heyî ve dibe û di nava wê de dihele. Civak di nava xwe de û di îradeya xwe ya demokratîk de li çareseriyê digere. Dewletê pozitîf an jî negatîf nake hedef. Jixwe çi di tevahiya dîroka şaristaniyan de, çi jî di dema modernîteya kapîtalîst de ji bo tebeqeyên jor çareseriya pirsgirêkên civakî û berjewendiyên çînî bi dewletbûnê ve girêdayî bûn. Derfet û îmkaneke bi vî rengî ya ‘demos’ê çênabe. Li ser navê gelan û kedkaran çareseriya proleter an jî dewleta gel a ku sosyalîzma pêkhatî pêşniyar kir, xapandin û pêxapînek bû. Rastiya jiyanê ev piştrast kir. Şerên ji bo desthilatdarî û dewletê hatin meşandin timî li gorî berjewendiyên elîtan û sermayedaran bûn. Tevahiya dîrokê çareseriyên neteweyî demokratîk zêde pêş neketin, ev li gorî berjewendiyên yekdestdariyên sermaye û elîtên desthilatdariyê wisa ye. Di çareserkirina pirsgirêkên îro de jî heman rastî mewzûbehs in.
PKK di bin bandora sosyalîzma pêkhatî de mezin bû. Lewma demeke dirêj nikarîbû ji paradîgma dewletdariya netewe bibihure û ev sedema bingehîn a xetimîna wê ye. Komara Tirkiyê jî ji aliyê hêmanên modernîteya kapîtalîst ve hat tengavkirin û ev rewşa PKK’ê jî dişibe ya wê. Armanc veguherandina Komara Tirkiyê bû, wê bibûya komareke sosyalîst. Li Kurdistanê jî wê komareke sosyalîst bihata avakirin, paşê jî di navbera herduyan de wê yekîtiyeke enternasyonalîst bihata çêkirin. Di vê paradîgmayê de ji demokrasiyê û civaka demokratîk re zêde cih tinebû. Nakokiya çînî ya di xwezaya desthilatdarî û dewletê de nedihat dîtin.
Çawa ku K. Marks bawer dikir ku civaka safî kapîtalîst dikare were avakirin, herweha bawer dikir ku çîna safî ya dewletê jî dikare bê damezrandin. Lê ya rastî, weke diyarde, ne dewleta çînî ya safî û ne jî civaka safî kapîtalîst pêkan e. Herçiqasî anarşîstan di vê çarçoveyê de rexneyên rast û mafdar kiribin jî nikarîbûn heman rastiyan der barê hedefa civaka demokratîk neteweyî de bi aniya ziman. Pêvajoya ku PKK’ê di civaka neteweyî demokratîk de gihişt, pêvajoyeke bi êş e. Lê di heman demê de ji nû ve hilatina wê ye. Partîbûna sosyalîzma reel a klasîk red dike. Ji hedefa dewletbûnê vedigere. Di nava partiyên bi heman rengî de ku di vî warî de xwe veguherandin, PKK li rêzên pêş cih digire. Çareseriya neteweyî demokratîk bi tenê weke çareseriyeke pêkan xweserî gelê Kurd û Kurdistanê nayê
pêşniyarkirin. Di serî de civakên Rojhilata Navîn ji bo tevahiya civakan weke çareseriyeke gerdûnî tê pêşkêşkirin. Banê siyasî yê çareseriya neteweyî demokratîk konfederalîzma demokratîk a civaka sivîl e. Ev şêwazê çareseriyê dewlet nîne. Konfederalîzma demokratîk wekheviya xwe bi dewleta federalîzmê yan konfederalîzmê re nîne. Ev diyardeyên cuda ne.
Modela ekonomîk-civakî ya çareseriya neteweyî demokratîk yekeyên kominal in. Yekeyên civakê yên ekolojî, civakî û ekonomîk yên ku ne xwediyê armancên karê ne. Rêzkirina ji pêdiviyên bingehîn re esas e. Herçiqasî bazar hebe jî yekdestdariya li ser wê hatiye bisînorkirin û di kontrola etîk a civakê de ye. Nirxên etîk û polîtîk ên di civakê de beriya huqûqê tên. Ji civaka huqûqê zêdetir esasên civaka polîtîk û etîk li pêş in. Di meşandina karûbarên civakî û çareserkirina pirsgirêkan de pîvanên demokrasiya rasterast têne pêkanîn. Demokrasiya rasterast bi têgihiştina zanistî ya serdemê re di weznekê de ye, li hev dike. Azadiya ferd û civakê bi têgihiştina zanistî, hunerî, etîkî û hunerê polîtîk di zikhev de pêk bên, çêdibe. Pîvana ferdê azad bi asta azadiya yekeyên kominal ên di nava wan de cih digire diyar dibe. Qutbûna ji civakê nayê maneya azadiyê.
Li cem van xisletên giştî yên çareseriya neteweya demokratîk em dikarin hin prensîbên wê yên bingehîn ji nû ve rêz bikin.
a- Neteweya Demokratîk: Xwe nasipêre etnîsîte, ziman, çîn û dewletê. Pirrzimanî û pirretnîsîteyî ye. Çînan ji hev cihê nake û îmtiyazê nade dewletê. Civaka demokratîk xwe disipêre ferdên wekhev û azad. Neteweya demokratîk ji kom û welatiyêndemokratîk pêk tê. Paradîgmaya nerm a neteweyê, ji nasnameyên çandî yên hişk diyarnekirî esas digire.
b- Welatê Hevpar (Welatê Demokratîk): Tevahiya welatên dapîr û bavpîran (welatên bingehîn) ên bi awayekî wekhev û azad têne parvekirin îfade dike ku ti kes kesê din, ti civak cikava din lê nake ‘yê din’.
c- Komara Demokratîk: Dewlet li ferd û civaka demokratîk vekiriye. Rêxistiniya dewletê û rêxistiniya demokratîk a ferd du diyardeyên cuda ne, û ji rewabûna hev re rêzê digirin.
d- Destûra Bingehîn a Demokratîk: Li hemberî dewleta netewe bergiriya koman û welatiyê demokratîk dike, bi konsensusa civakî pêk tê.
e- Jihevnebûna Mafên Kolektîf û Ferdî: Çawa ku civaka ji ferdan pêkhatî ji pêkhatina tevahiya ferdan tiştekî cihê be, herçiqasî di navbera wan de cudatî hebe jî mafên kolektîf û ferdî jî du rûyên cuda yên heman civakê îfade dikin. Çawa ku rûyekî bi tenê yê madalyonê nabe, ferd an jî civak jî nabin ku bi tenê xwedî mafên kolektîf an
jî ferdî bin.
f- Azadî û Serxwebûna Îdeolojîk: Heta mirov ji hegemonya îdeolojîk pozitivîst a modernîteya kapîtalîst û koletiya wê ya lîberalîst a weke ferdperestiyê ji nû ve hatiye avakirin nebihure, çareseriya neteweya demokratîk pêk nayê. Serwextbûna li xwezaya xwe ya civakî, şertê serwextbûnê yê çareseriya neteweya demokratîk e.
g- Nihatî û Dîrokîtî: Rastiyên civakî rastiyên dîrokî ne. Rastiyên di dîrokê de qewimîne bi kêm cudahiyan niha jî di rojaneyê de pêk tên. Têkiliya di navbera dîrok û niha de rast neyê danîn, mirov nikare ji zêhniyeta modernîteya kapîtalîst a ferdperestiya bê dîrok û homojenkirî, ya bi kêliyê radibe û rojane dimeşe, bibihure. Serwextbûna
rast a li dîrok û nihayê, ji bo çareseriya neteweya demokratîk, yek ji şertên pêş ên hewce ye.
h- Exlaq û Wijdan: Serî li wijdan û exlaq neyê dayîn ti pirsgirêka civakî bi awayekî têkûz çareser nabe. Çareseriyên modernîteyê bi tena serê xwe bi rêya huqûq û hêzê, ji tepisandin û berevajîkirina pirsgirêkan wêdetir ti encamê nadin. Di çareseriya neteweya demokratîk de empatiya çavkaniya xwe exlaq û wijdan şert e.
i- Xweparastina Demokrasiyan: Çawa ku ti hebûn bêxweparastin nîne, hebûna herî pêşketî ya xwezayê civakên demokratîk jî bêxweparastin pêk nayên û nikarin hebûna xwe dewam bikin. Di çareseriyên neteweya demokratîk de divê bersiva pêdiviyên xweparastinê bê dayîn û bê dabînkirin. Ev nêzîkatiyên prensîbî divê mirov wan zêdetir berfireh bike. Ji ber ku ev nêzîkatî dihêlin ku em çareseriya neteweya demokratîk ji nêz ve nas bikin. Ev prensîbên ku Yekîtiya Ewrûpayê ew hertim qonax bi qonax xistine rojeva xwe, bi giştî ji bo pirsgirêkên civakî yên Rojhilata Navîn û zêdetir jî ji bo pirsgirêkên civakî yên Kurd mîna derman in. Çareseriya demokratîk a li ser vî bingehî û li ser xeta jiyana neteweyî demokratîk li Kurdistanê bê pêkanîn di asta dîrokî de girîng e. Gavavêtina Tirkiyê ya pêvajoya demokratîkbûnê û di warê çareserkirina demokratîk a pirsgirêka Kurd de gavavêtin mîna du rûyên madalyonekê ne. Rûyek bê rûyê din nabe. Eger em hewl bidin xusûsên der barê çareseriya li Tirkiyê de berbiçav bikin rewş wê zelaltir bibe. Beriya her tiştî prensîbên li jor bi kurtî hatine ziman û dubarekirin nabe ku bêne paşguhkirin. Çareseriyên prensîb û sîstemên wan nediyar hem nayên fêhmkirin hem jî ji dermankirineke birînpêçana rojane wêdetir, nabin tiştekî din. Sîstema hegemonîkkapîtalîst a Rojava hez dike bila dewam bike, hez dike bila belawela bibe, çareseriya em difikirin çareseriyeke pêkan e ku divê di tevahiya vê pêvajoya avakirinê de bi cih were anîn û domdariya wê were
parastin. Di vê çarçoveyê de:
Xusûsa yekemîn ew e, çareseriyeke welê tê pêşniyarkirin ku ji bo pêvajoya şaristaniya Rojava ye, û heta rê li ber vekiriye ji wê jî bibihure. Xusûsa duyemîn ew e, li Komara Tirkiyê avahî, sazî û yekdestdariya îdeolojîk a li pişt hêmanên modernîteya kapîtalîst çi dibin bila bibin, hebûna civaka neteweyî demokratîk ango hebûna şensê çareseriyê û rewatiya wê qebûl dike. Li vir ji bo hêmanên çareseriya demokratîk ên behsa wan tê kirin, pêşniyar nayê kirin ku bi şoreşê hêmanên modernîteya kapîtalîst (dewletdariya netewe, kapîtalîzm û îndustriyalîzm) tesfiye bikin,
her weha jî qebûl nake ku ev hêman ji aliyê polîtîkayên eskerî ve bêne îmhakirin û asîmîlekirin. Li gorî vî şêwazê çareseriyê, du hebûnên sereke hevdu rewa dibînin ango pêşniyar dike ku du entîteyên sereke di nava aştiyê û pêşbaziyeke bêşer de bi hev re bin.
Xusûsa sêyemîn ew e, bi herdu xusûsên pêşî ve girêdayî, bivênevê hebûna saziya siyasetê ya demokratîk tê pêşniyarkirin. Civata çareseriyê ya pirsgirêkên derkevin holê û pirsgirêkên heyî siyaseta demokratîk e. Muzakereyên demokratîk û dîplomasî jî di nava siyaseta demokratîk de ne. Bi meşandina siyaseta demokratîk re divê bi tevahî astengiyên heyî jî ji holê bêne rakirin. Ji bo bi awayekî berfireh azadiya fikrê pêk bê, partiyên li ser bingehê demokratîk çêbibin, sendîka, kooperatîf û her cure civakên sivîl ava bibin divê astengiyên heyî ji holê bêne rakirin. Yek ji pêdiviya siyaseta demokratîk ew e, di hilbijartinan de sîstema bendê yan divê gelekî were daxistin an jî bi temamî were rakirin.
Xusûsa çaremîn ew e, divê sîstemên bersivê bidin mafê xweparastina herdu entîte û hebûnên sereke bêne pêkanîn. Ya rastî, me hewl dabû van xusûsan hemûyan bi awayekî berfireh di beşa ‘Hin Têgîn, Teorî û Prensîban’ a Nexşeya Rê-Raporê de bînin ziman. Li vir, bi tenê em hewl didin nîşan bidin ka wê çawa weke modelekê bi cih were anîn.
4- Di Asta Nav De Berbiçavkirina Çareseriya Demokratîk: KCK
Mirov dikare di asta nav de jî çareseriya demokratîk berbiçav bike. Li gorî vê çareseriyê sazî û sînorên heyî yên Komara Tirkiyê rewa têne qebûlkirin. Şêweyên wê yên mîna unîterî, federalî û konfederalî nayên guftûgokirin û heta anîna wan a rojevê jî nayê pêşniyarkirin. Di çarçoveya vê çareseriyê de pêşniyar tê kirin ku wesfên welatîbûna Komara Tirkiyê wekhevî, demokratîk û azadî divê ne bi tenê bi qanûnan û destûra bingehîn, bi saziyan jî were bicihanîn û misogerkirin. Ji bo vê jî jihevnebûna maf û azadiyên ferdî ji maf û azadiyên kolektîf ên nasnameyên çandî yên serê wan vekirî tê destnîşankirin û pêşniyarkirin. Di vê çareseriyê de dewlet navend nîne, sîstema demokratîk ji tevahiya civakê re bingeh e. Divê mirov ji sîstema demokratîk çi fêhm bike. Ji bo fêhmkirinê me xusûsên bingehîn di beşa ‘Têgîn, Teorî û Prensîban’ de û di beşên piştî wê de bi awayekî berfireh analîz kiribûn, lewma hewcedarî bi dubarekirinê tineye. Lê ya mirov li vê zêde bike ew e, mirov dikare di asta nav de vê çareseriyê weke Koma Civakên Kurdistanê KCK’ê diyar bike. Em timûtim tînin ziman ku divê KCK weke KT’yê (Komara Tirkiyê) yan jî alternatîfa wê neyê fêhmkirin.
Hem ji aliyê şêweyê hem jî ji aliyê naverokê ve herdu jî pêkhatinên cuda ne. Me hewl da em Komara Tirkiyê ji aliyê prensîb û saziyan, dîrok û rojanetiyê ve analîz bikin. Lewma hewcedarî hîç bi dubarekirinê nîne. Lê hewce dike ku em hem ji aliyê danasînê ve û hem jî ji aliyê asta beridînê ve li ser KCK’ê rawestin. Mirov dikare KCK’ê weke rêxistiniyeke ban a hêmanên modernîteya demokratîk bide naskirin. Ango mirov dikare weke neteweya demokratîk a ji komên ekonomîk-ekolojîk, welatiyên demokratîk û nasnemeyên çandî yên serê wan vekirî jî terîf bike.
Li vir têgînên krîtîk ‘welatiyê demokratîk’ û ‘neteweya demokratîk’ in. Ez yeqîn dikim ku zêde hewce bi guftûgokirina welatiyê demokratîk nîne. Eger mirov weke kesê xwediyê maf û azadiyên ferdî bide nasîn, bawer dikim ku kes zêde wê li ber vê danasînê ranebe. Dibe ku neteweyê demokratîk tevlîhevtir xuya bike. Lê divê neyê jibîrkirin ku terîfa netewe ya Yekîtiya Ewrûpayê di şerên pêncsed salên dawî yên xwînrij ên netewe yên modernîteyê de derxistî nêzî vê terîfê ye. Neteweperestiya dewletê di roja me ya îro de bi sedema ku rê li ber pirsgirêkan û xetimînê vedike bi lez nerm dibe û li dawiyê dimîne. Di têgînên nû yê netewe de timî karektera demokratîk tê destnîşankirin. Di Komara Tirkiyê de eger mirov terîfa Mistefa Kemal a weke “Ji Xelkê Tirkiyê re Milletê Tirk tê gotin” ne yekalî, ji dualiyan ve binirxîne, hingê nêzîkatiyeke bi vî rengî wê çareserker be. Nexasim hukmên desthilatdariyê yên şoven û mêrê serwer ên zêde li têgîna neteweya tirk hatine barkirin, bikaranîna vê têgînê zehmet dikin. Her diçe vediguhere têgîneke welê ku tevlîbûna nasnameyên din zehmet dike. Ango “Xelkê Tirkiyê” nêzî terîfa min a netewe ye ku ez pêşniyar
dikim. Terîfa min a netewe ji nasnameyên serê wan vekirî, welatiyên wekhev, azad û demokratîk pêk tê. Lewma mirov dikare bibêje ev terîf bi xwe “Xelkê Tirkiyê” îfade dike. Ji ber ku di wê demê de jî vê têgînê pirr etnîsîte îfade dikirin. Mirov bi muhafezekarî û çavkorî li têgîneke bûye astengî xwedî derkeve bi kêra çareseriyê nayê.
Jixwe mirov dikare KCK’ê ji bo Kurdan weke demokratîzekirina civaka sivîl bide naskirin. Weke rêxistina ban û sîwanê ya civaka sivîl, mirov dikare KCK bi rastî û bi awayekî li gorî naveroka wê di nava yekparebûna ‘Xelkê Tirkiyê’ yan ‘Neteweya Tirkiyê’ de bi cih bike. Ya rastî divê em bibêjin eger ji can û dil tê bawerkirin û tê qebûlkirin ku divê Kurd di nava Xelkê Tirkiyê yan jî Neteweya Tirkiyê de bin, pirr eşkere ye ku terîf û danasîna herî nerm û di cih de divê bi vî awayî be. Bi tenê ev danasîn û terîfa nerm dikare pêşî li kapasîteya federalîst a pirsgirêkan diafirîne û nêzîkatiyên îmhaker û înkarker bigire. Dîsa wê ev rêxistina ban û neteweya nerm karibin ji bo demeke dirêj deriyên cihêkarî û şîddetê bigirin. Çareseriyên federalîst û çareseriyên bi hêza eskerî, kapasîteyên wan ên çareseriyê jixwe nînin, berevajî bi serê xwe timî rê li ber rewşa şer û cihêkariyê vedikin, em vê yekê hem ji dîrokê û hem jî ji jiyana rojane baş dizanin. Kurdan bi rewşa xwe ya heyî, jixwe kolektîvîteyên xwe pêşde birine û weke ferd jî asteke pêşketî ya azadbûnê bi dest xistine. Mirov li bendê be ku ji vê paşdetir qebûl bikin an jî li ser wan bê ferzkirin, wê ev yek zêdetir rê li ber şîddet û cihêkariyê veke. Ya rastî zehmet nîne ku mirov pêşbîniya rewşê bike û bibêje, di vê rêya vekirî de wê zêdetir û bi leztir bibezin. Rêveberiya Federe ya Kurdistanê ya li Bakurê Iraqê hinekî jî vê rastiyê îfade
dike. Encamên polîtîkayên îmha û înkarê yên di dîroka Komarê de jî li pêş çavan in. Eger qonaxa zanista civakî gihiştiyê li ber çav were girtin û li ser çareseriya KCK’ê were rawestîn wê baş were fêhmkirin ku ev ji bo rastiya Tirkiya Demokratîk, Komara Demokratîk û Neteweya Demokratîk, hem çareseriya herî ci dih de
ye, hem jî îhtîmala pêkhatina wê ya herî bi hêz e.
Kengî çareseriya bi navê KCK’ê hate bicihanîn wê gelek bûyer biqewimin. Mirov pêşbîniya van bûyerên muhtemel e biqewimin bike, mirov wê jê gelekî hîn bibe. Di rewşeke bi vî rengî de saziyên Komarê wê hebûna xwe biparêzin û dewam bikin. Lê rewşeke êdî cuda derketiye holê. Bi sazîbûna KCK’ê jî bi pêş dikeve. Dewlet xwe weke yekeyên îdarî pêk tîne, lê KCK xwe bi saziyên demokratîk dimeşîne. Mijar û statuyên wan dikarin wekhev û ji hev cuda bin. Wexta ku cudahiyên wan pêk bên wê zêdetir hevdu temam bikin. Lê wexta ku bûn wekhev wê di navbera wan de pêşbaziyeke erênî destpê bike. Kîjan ji wan bersivên baş bide pirsgirêkên civakî ew ê pêşî destekê bibîne. Di vê modela çareseriyê de xusûsa herî girîng ew e, hevdu red nakin an jî yek li ya din weke ‘ya din’ nanêre. Bi tevahî çareseriyên ji rêûresmê, yên dewletdar an jî yên bi mafên ferdî radibûn, timî red dikirin an jî li yên hember weke ‘yên din’ dinêrîn. Heta yek hilneweşiya yan jî nebûya ‘yê din’ û li şûnê ‘yê din’ bi cih nebûya, yê ji ‘yê din’ çêtir dihat hesibandin nedihat pêkanîn.
Di vê de para dogmatîzma dînî û pozitivîst diyarker e. Çi di dîrokê de, çi jî di roja me ya îro de bi tenê civak kiriye gulokeke pirsgirêkan û ji vê wêdetir jî ti encam nedaye. Daneyên nû yên zanista civakî, nermbûna xwezaya civakî û asta bilind a zêhniyeta wê destnîşan dikin. Berfireh û belav hebûna têkiliya sîmbîotîk (beramber ji hev sûd wergirtin) diyar dike. Derdixe holê ku nakokiya antagonîst (bi şer) mecbûrî nîne. Lewma ya rast ew e ku em bibêjin, saziyên siyaseta demokratîk (divê KCK weke rêxistiniya ban a van saziyan were fêhmkirin) têkiliyên bi dewletê re xira nakin, ji vê wêdetir dewletê ber bi rewşên hewce û bi xêrûbêr ve dahf didin. Herçiqasî pêvajoyên tengezar pêk bên jî diyaloga zêde wê karibe rê li ber çareseriyên demokratîk veke. Mirov dikare bibêje, bi demê re şêweyên saziyan ên li ser piyan bimînin, yên hewce dikin û bi kêr tên divê bêne parastin û pêşdebirin, û divê mirov ji yên hewce neyên dîtin û bi kêr neyên bibihure. Jixwe ya ku mirov ji mekanîzmayên demokratîk bipê jî ev encam e.
(SIBE DEWAM DIKE)