Ji bo Meşa Dirêj ya ciwanan dîmenekî hate amadekirin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Meşa Dirêj ya ciwanan di 2’ê meha Îlonê li bajara Elmanya Dortmundê destpêdike û di 7’ê mehê li Dusseldorf bi dawî dibe. Niha komîteya amadekar ya meşê bangawaziyeke ji bo çalakiya ciwanan amade kiriye. Di dîmenan de coş û kelecana ciwanan ya meşên berî tê nîşan dayîn.
Komîteya amadekar ya meşê bang li hemû ciwanan dike ku afîş û bangawazî bi awayekî aktîf li mediyayên civakî bê parvekirin. Heman demê de komîte gazî dike ku bi sedan ciwanan bin şiyara “Li hemberî faşîzme Serî Hilde, Rêber APO Azad Bike“ li 1’ê Îlonê kom bibin û 2’ê mehê dest bi meşê bikin.