Meclîsa Ciwanên HDP’ê Amadekariyên xwe ye şahiya ku îro di saet 18.00’an de li Qada Îstasyonê bê destpêkirin, bi dawî kir.
NAVENDA NÛÇEYAN – Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro bi dirûşmeya “Me bi ciwantî destpê kir, emê bi ciwantî bi ser bikevin” Şahiya Ciwan û Piştevaniyê, li Qada Îstasyona Amedê saet 18.00’an de li dar bixe. Di çarçoveya xebatên bi rojane berdewam dikin de, herî dawî platforum hat avakirin.
Ligel parlamenterên HDP’ê yên Amedê, dê gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî beşdarî şahiya ciwanan bibin. Dîsan dê Koma Çiya, hûnermendên Navenda Çanda Mezopotamya (MKM) Azad Bedran, Ruken Yilmaz û Koma Erbanê ya Jinan dê derkevin ser dikê.
Piştî saet 17.00’an dê destûr bê dayîn, beşdarvan bikevin qada şahiyê.