Çalakiya Mertalên Zindî ya ciwanan li ser deriyê sînor yê Sêmalka dewam dike, Asayîş, Asayîşa jin û polîsên trafîkê serdana konê çalakiyê yê ciwanan kirin.
SÊMALKA – Îro Asayîş, Asayîşa jin û polîsên trafîkê yên bajarê Girkê Legê, Rimêlan, Dêrik, Tilkoçer. Çil Axa û Sêmalka serdana çalakiya mertalên zindî yên ciwanên Rojava û Bakurê Sûriyê kirin. Li bin konê çalakiyê axaftin hatin kirin.
Li ser navê ciwanên Mertalên Zindî Ciyager Qamişlo axifî û bi xêr hatina mêvanan kir. Her wiha li ser navê Asayîşa giştî Delîl Husam Elî, li ser navê Polîsên Trafîk Ehmed Mihemed Hamid û li ser navê Asayîşa jin Elham Abdullah axifîn. Di axaftinan de çalakiya ciwanan hate pîroz kirin.
Her wiha şandeyek ji PYD’ê jî serdana konê çalakiyê yê ciwanan kir. ciwanên ku li bin konê çalakiyê nobet digrin çalakiyên xwe yên cor be cor dewam dikin, ciwanên Girkê Legê û Çil Axa li ser pankartekê nivîsa PKK’ê nivîsandin û bi konê çalakiyê ve daliqandin.