Li Hewlêrê Grûba Aştî ya Ciwanan hate îlankirin û grûbê diyar kir ku wê bername û projeyên xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkên ciwanan eşkere bike û pêşkêşî NY’yê bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Bi boneya Roja Cîhanî ya Ciwanan ku îro ye, li Hewlêrê Grûba Aştî ya Ciwanan bi civînekî çapemeniyê hate îlankirin.
Di civîna çapemeniyê de, Sekreterê Grûba Aştî ya Ciwanan Elowend Telhet axivî û got; “Ev grûb di encama konferansekî du rojî de hate avakirin. Di 10 û 11’ê vê mehê, li navçeya Şeqlewa bi beşdarbûna 150 ciwanên pêk hat. Grûba me kar li ser tevahiya mijarên peywendî bi ciwanan ve heyî kar dike. Pirsgirêkên ciwanan lêkolîn dike û di heman demê de rêyekî ya çareseriyê didane.”
Elowend Telhet eşkere kir ku wê îsal karê grûba wan li Herêma Kurdistanê be û sala bê jî wê çalakiyên wan li tevahiya Iraqê belav bibe û got ku grûba wan ji 7 kesên xwebexş pêk tê.
Grûba Aştî ya Ciwanan da zanîn ku proje û bernameya xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkên ciwanan amadekirine û wê di dema pêş de pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî (NY) bikin, ji bo ku ew ji kar li ser bikin.
Di 12’ê Tebaxa sala 1999’an de Neteweyên Yekbûyî (NY) roja 12’ê Tebaxê weke Roja Cîhanî ya Ciwanan pejirand û ji wê salê ve li çend welatên cîhanê çalakiyên cuda di 12’ê Tebaxê de tên lidar xistin.