Ciwanên Kerkûk’ê Koma muzîkê ya Mezopotamya banga beşdarbûna pîrozbahîya 15’ê tebaxê ya kû li qada çadira mertalên zîndî wê were li dar xistin li ciwanên kurd kirin.
KERKÛK – Di salvegera 34mîn de ji cejna vejînê îsal wê bi pêşengtiya ciwanên mertalên zindî bê pîrozkirin. Ciwanên Kerkûkê û koma Mezopotamya jî amadekariyên xwe yên jibo tevlîbûna pirozbahiya 15’ê Tebaxê dikin.
Ciwanên Kerkûk’ê ramanên xwe ji me re parve kirin. Ciwanan dan diyarkirin kû di pêvajoyeke ku her aliyên Kurdistanê êrîşên dagirkeriyê û qirkirinê li ser kurdan zêde bûyî de pîrozkirina yekemîn pêngava ku mêjiyên dagirkeran ketiye pir girînge.
Yek ji endamên koma Mezopotamya Baleyn faris balkişan ser tekoşîna Gerîlla ya dijî dagirkeriya Dewleta Tirk û wiha anî ziman “34mîn Salvegera Cejna Vejînê li Rêber APO, şehîdên Kurdistanê û hemû gelê me yê welatparêz pîroz be. Em sozdidin kû emê bibin şopdarê fermandar Egîd. Weke Koma Mezopotamya emê jî cîhê xwe di pîrozbahiya 15’ê Tebaxê de bigrin.’’
Endamê rêxistina Ciwanên Welatparêz Hisên Kerkûkî jî da zanîn kû hamleya 15’ê Tebaxê jinûve hêvî girtina gelê Kurde û got “15’ê Tebaxê ne tenê rojeke, 15 Tebax ruheke, pêwîste em hemû hertim bi ruhê 15’ê Tebaxê bijîn û tekoşîn bikin”.
Gîvara Hisên ê ji Kerkûk’ê jî da diyarkirin kû 15’ê Tebax’ê ji faşîzm û dagirkeriyê gotina êdî bese ye û wiha berdewam kir “15’ê Tebaxê banga beşdarbûna berxwedana li dijî faşîzmê ye. Banga tevlîbûna nav refên Gerîlla ye”.
Di salvegera 34mîn ji cejna vejînê ango hemleya 15’ê Tebaxê, îsal wê bi pêşengtiya Çalakvanên mertalên zindî, Ciwanên Welatparêz û Jinên Cwanên Tekoşer di 17’ê Tebaxê di saet 15:00 an de wê li konê çalakiya mertalên zindî ya li gundê silê ya binarê Qendîlê were pîrozkirin.