Yekîtiya Ciwanên Rojava YCR’ê navenda xwe ya bi navê “şehîd Zinar Kobanê” li navçeya Eyn Îsa vekir.
Girê Sipî – Yekîtiya Ciwanên Rojava ya kantona Girê Sipî navenda xwe ya şehîd “Zinar Kobanê” li navçeya Eyî Îsa bi merasîmekê vekir. Merasîma vekirina navendê bi deqeyek rêz girtin dest pêkir. Piştre axaftin hatin gotin.
Hevserokê Meclisa Navçeya Eyn Îsayê Siûd El-Fenaş û endamê Yekîtiya Ciwanên Rojava Elî Hesen axivîn û vekirina navendê li ciwanên navçeyê pîroz kir. di axaftinan de hate gotin ku armanca vekirina navendê li pêşxistina rola ciwan ye.
Merasîm bi siloganan û gerandina dîlanan bi dawî bû.