PLANA ÇALAKIYÊ
Her modela çareseriyê ya ji bo pirsgirêkên civakî tê pêşniyarkirin ku nirxekî xwe yê pratîkê tinebe, ji jîmnastîkeke zêhnî wêdetir tiştekî îfade nake. Bêguman gavên bêne avêtin bi fikrê re têkildar in, fikra dimeşe îfade dikin. Dîsa jî analîzên serketî bi tenê bi pratîkê dikarin bibin xwedî nirxa xwe. Ez li ser navê xwe dikarim bibêjim, di çareserkirina pirsgirêka Kurd de bi amatorî û çarlaqî be jî min gavavêtinên pratîkî ji tevgerên çalakiyên yekalî gelekî girîngtir dîtin. Min hertim bawer kir ku diyalogên manedar divê li pêş bêne girtin. Lê dîsa ez baş dizanim ku mirov li ser diyalogê xwe bixapîne wê ev jî felaketê bi xwe re bîne. Pozîsyona muzakereyan a aliyan divê ti carî piçûk neyê dîtin. Zemînekî herî piçûk ê muzakereyê, ji çalakiyên herî pêşketî û serketî yên bi hêzê têne kirin, bi nirxtir e. Di pêvajoya derketina holê ya PKK’ê de li salên 1970’î di mijara Kurdan de polîtîkayeke hişk a înkarê li ser kar bû. Bi awayekî devkî jî li ber van polîtîkayan rabûn bi cezayên giran dihat cezakirin. Hê di wê demê de bi komên çepgir re çareseriyên demokratîk ên hevpar li pêş hatin girtin. Bi vê armancê ez ji bo Serokatiy ADYOD’ê (Komeleya Hîndekariya Bilind a Demokratîk a Enqerê – 1975) hatim hilbijartin. Kengî ev nemeşiya derketina holê ya PKK’ê xwe ferz kir. Pêngava 15’ê Tebaxê jî dîsa alternatîfa bi tenê ya li dijî polîtîkaya îmha û înkarê bû. Herçiqasî tam bi ya dilê min nebû jî min bi tevahiya hêza xwe giraniya xwe da ser vê pêngavê û min xwe ji vê jî paşve neda.
Rewşa diyalogê ya Serok Komar Rêzdar Turgut Ozal di serê salên 1990’î de pêşkêş kir eger bihata pêşdebirin belkî pirsgirêka Kurd îro di rewşeke gelekî cuda de bûya. Ji bo diyalog û muzakereyê dewletê firsend neda serokê xwe. Bi tevahî hêza xwe ya înkarker û îmhaker li ser kar bû. Em di dema herî tarî ya dîroka Komarê re derbas dibûn. Aqûbeta hewldanên di sala 1997-1998’an de ji bereya eskerî û siyasî jî heman tişt bû. Yên ji derve û hundir ve asteng dikirin, bi kurtî Gladîo’ya li ser tevahiya avahiya eskerî û siyasî bi bandor, pozîsyoneke herî piçûk a diyalog û muzakereyê qebûl nedikir. Tevî ku min gelekî hewl da ez pêvajoya jêpirsîna li Îmraliyê weke zemînê diyalog û muzakereyekê binirxînim jî timî hin kesan ev xira kir. Pêşniyarên min hemû bêbersiv man. Eşkere bû ku heta dawiyê tesfiyekirina tevgerê plan dikirin. Hinek sazî û dezgeh hebûn muzakere û diyalog weke dawî û qedandina xwe didîtin. Van derdoran xwe gelekî dewlemend kiribû, di nava dewletê de bûbûn dewlet. Bi şewba desthilatdariyê ketibûn û ji wan beşên herî bi tehlûke û bêrehm bûn. Tevî ku min gelekî hişyar kir jî dîsa bi hezaran kes mirin, zirar û ziyaneke bê hed û hesab çêbû. Min bi xwe ji salên 1990’î ve tercîh dikir ku şer bi sînor bigirim. Lê piştî ku vê yekê encam neda, tevî ku nedihat xwestin jî li nava Kurd û Kurdistanê bi armanca ‘parastina hebûna xwe û bi destxistina azadiya xwe’
pêvajoya berxwedaneke topyekûn bivênevê nêzîk dibû û ez neçar mam vê weke hişyarkirina dawî diyar bikim. Ji ber pêkhatina îhtîmalên bi vî rengî, zemînê muhtemel ê diyalog û muzakereyan hat îfadekirin.
Ne ku di nava aliyên şer de plan nînin. Planên çalakiyê ji wan xebatan in ku herî zêde li ser tê sekinîn û pêkanîn. Ez ji ezmûnên xwe hebûna van xebatan gelekî baş dizanim. Planên yekalî yên çalakiyan bi xwestek têne kirin. Ya zehmet ew e, mirov planên çalakiyê yên aliyan bigihîne hevdu pêk bîne. Eger alî li beramberî hevdu empatiyê nekin nikarin planên bi vî rengî bi pêş bixin. Ez ê der barê planên çalakiyê yên yekalî têne pêşxistin û hê jî têne pêkanîn de bi kurtî nirxandinekê bikim û tevî vê jî ez ê hewl bidim fikrên xwe der barê planeke çalakiyê de ku rê li ber lihevkirineke gengaz a herdu aliyan veke, pêşkêş bikim. Ez divê hê ji serî ve bibêjim ku ez xwe ji pêkanîna plana çalakiyê weke aliyekî berpirsiyar nabînim. Ji ber ku statuya min a hukimxarî û şertên pêkanînê derfet û îmkan nadin min ku ez di vê rewşê de bibim aliyekî meseleyê. Bi fikirên xwe yên pêşkêş dikim, armanca min ew e, hewl bidim alî zêdetir hevdu bi rastî nas bikin û di mijara planeke çalakiyê ya muhtemel de çi dikare bibe û çi nebe wan rohnî û serwext bikim. Li gorî vê yekê:
1- Plana Çareseriya Îmhaker û Înkarker a Ji Rêûresmê: Di çarçoveya vê çareseriyê de bi qasî berê nebe jî hînê jî planên têne pêşxistin û pêkanîn mewzûbehs in. Ev derdor ji çîna navîn a bûrjûwayê û burokrasiya wê pêk tên û bingehê wan yê çînî jî xwe disipêre rant û kurtêlxuriya dewletê. Tevî ku li derve û hundir gelekî teşhîr û tecrîd bûne jî planên xwe yên îmhayê bi rêbazên çor û fisekî pêk tînin û xwe ji vê jî paşve nadin. Ji bilî hevkartiya Kurd a kevneşopiyê, Kurdên din giş bi berxwedanên herî berfireh ên dîroka xwe li ber vê planê radibin. PKK bi pêşengiya vê berxwedanê radibe û heta ev plan bêne pêkanîn, di wê hêz û kapasîteyê de ye ku ji niha û pêve jî planên xwe yên çalakiyê pêk bîne. Di wê pozîsyonê de ye ku karibe ji planên parastina pasîf derbasî planên parastina aktîf û berxwedana topyekûn bibe. Di dema pêş me de wexta çareseriya demokratîk bi awayekî ciddî asê bibe û bixetime, mirov dikare bipê ku li hemberî vê rewşê plana parastina topyekûn bikeve dewrê.
2- Plana Çareseriya Mîlliyetgir, Federalîst: Ev plan jî divê di astên cûrbicûr û qadan de bêne pêkanîn. Ev plan ji aliyê Rêveberiya Kurdistana Federe ya Iraqê ve têne pêkanîn û li pişt van planan dewletên netewe yên mêtinkar ên rêûresmê yên herêmê û hêzên hegemonîk ên global hene. Herçiqasî armancên wan hemûyan wekhev nebin jî bi giştî mirov dikare behsa li hevkirinekê bike. Ji bo berevajîkirina potansiyela şoreşger demokratîk a li cem Kurdan
planeke bi vî rengî destek dikin. DYE di serê wan hêzên hegemonîk de tê ku bi awayekî eşkere Rêveberiya Federe ya Kurd destek dike. Ji bo kontrolkirina Iraq, Sûrî, Îran û Tirkiyê Rêveberiya Federe bi roleke stratejîk radibe. Rêveberiyên Tirkî, Sûrî û Îranê bi armanca şikandina berxwedana Kurdên xwe û tine hesibandina Kurdistana wan, ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn ve plana ‘Kurdistaneke Piçûk’ a li Bakurê Iraqê hatiye asêkirin bi rêbazên cûrbicûr
destek dikin. Kengî Kurd dixwazin ji vî kirasê li wan hatiye birrîn derkevin, ev hêz hemû bi hev re bi ser wan de diçin. Plansazî û polîtîkakeriya parçe bike û bi rê ve bibe herî zêde bi projeya ‘Kurdistana Piçûk’ tê meşandin.
Nexasim bi vê rêyê dixwazin şoreşger, demokratên radîkal û sosyalîstan bê tesîr bikin. Yek ji hedefên sereke yên planê jî îzolekirina PKK’ê ye. Di berdêla ‘Kurdistana Piçûk’ de xebateke gelekî berfireh a Gladîoyê der barê îzole û tesfiyekirina PKK’ê de heye. Herweha ev plan di qada dîplomasiya navneteweyî de bi berfirehî tê destekkirin. Rêveberiya DYE-Tirkî-Iraq a Rêveberiya Kurd a Federe jî xistine nava xwe, di çarçoveya vê planê de niha hewl didin bi PKK’ê têkoşîna çekdarî bidin berdan. Lê ji ber berjewendiyên cuda yên aliyan ev plan nameşe û bi cihanîna wê jî bi sînor dimîne. Dîsa ji ber ku ji aliyê beşekî berfireh ê Kurdan ve nayê destekkirin zêde bersiva bendewariyan nade. Ji ber ku ji berjewendiyên beşekî teng ê elît re xizmetê dike her roja derbas dibe zêdetir deşîfre û tecrîd dibe.
Bersiva PKK’ê daye vê planê wisa ye ‘Ji teslîmbûnê re na, berxwedanê dewam bike.’ Kesên demeke dirêj di nava refên PKK’ê de bêbiryar, ji aliyê exlaqî û îdeolojîk ve qels reviyan û xwe avêtin xwediyê van planan û vê jî kir ku xwediyên van planan hewl bidin tevgereke nû ya hevkartiyê bi pêş bixin, lê tevî vê jî tavilê deşîfre bûn. Mîlliyetgiriya Kurd ji ber qelsiyên xwe yên ji rêûresmê nikarîbû planeke têkûz û hevgirtî ya dewletdariya netewe jî bimeşîne û ji ber vê yekê, mîna çarenûsa wan be, her riziyane û tesfiye bûne. Van derdorên em behsa wan dikin hêviyên xwe hemû bi şikestina berxwedana PKK’ê ve girêdane. Hukûmetên Tirkiyê jî demeke dirêj bi heman awayî hêviyên xwe bi şikestina PKK’ê ve girêdane. Ji mîlliyetgiriya Kurd a xwe sipartiye ‘Kurdistana Piçûk’ hêvî kirine. Planeke mîna ya li ser Rûm û Ermeniyan pêkanîne xwestin yeke fena wê li ser bingehê ‘Kurdistana Piçûk’ li ser Kurdan jî pêk bînin. Lê ji ber cudatiya şert û mercan û statuya PKK’ê ev plan nameşin, li xwediyên xwe vedigerin û ya bi hêz dibe xeta PKK’ê ye.
3- Plana Çareseriya Demokratîk: Ji ber ku planên di herdu xalên pêşî de zêde hêviyê bi mirovan re çênakin û ji her alî ve zêde li wan diçe, Komara Tirkiyê berê xwe daye projeyên demokratîkbûyînê. Bûyerên hemdem jî berê wan li vî alî ne. Teşwîqên DYE û YE’yê (ji bo ahengê), beşekî mezin ê medyayê, raya giştî û civaka sivîl tevî Kurdan hemûyan meyla xwe ber bi vî alî ve nîşan didin û ev cara pêşî ye ku şensê pêkanîna planên çareseriya demokratîk zêde dike. Bereya faşîst a mîlliyetgir-neteweperest ku gelekî hindik bûye, tevî hemû dijberiya wê, saziyên bingehîn ên dewletê jî li dijî projeyên çareseriya demokratîk nînin û heta di amadekirina binesaziyê de bi roleke girîng radibin û ev şensê pêkanîna planên çareseriyê zêde dike. Li hemberî vê rewşa nû ya dîrokî planeke çalakiyê ya di navbera aliyan de karibe pêk bê divê di çend qonaxan re derbas bibe. Eger li ser xetên sereke yên plana çareseriya demokratîk saziyên bingehîn ên dewletê û hukûmet li hev bikin û tevî aliyê Kurd hêzên demokratîk jî destekê bidin, qonax û pêkanînên muhtemel wê bi vî awayî bibin:
a- Qonaxa Yekemîn: Divê PKK rewşa bêşer bi awayekî mayînde îlan bike. Di vê qonaxê de divê alî nekevin provakasyonan, kontrola xwe ya li ser hêzên xwe zêde bikin û dewam bikin raya giştî amade bikin.
b- Qonaxa Duyemîn: Divê bi însiyatîfa hukûmetê û erêkirina Meclîsa Millet a Mezin a Tirkiyê Komîsyoneke Lihevkirin û Heqîqetan a bi pêşniyaran karibe alîkariya rakirina astengiyên huqûqî bike, were sazkirin. Di sazkirina komîsyonê de divê bi giranî alî li hev bikin. Li gorî mikurhatin û parêznameyên di vê komîsyonê de divê saziyeke efûyê were pêşniyarkirin û ji Meclîsa Millet a Mezin a Tirkiyê re were pêşkêşkirin.
Kengî bi vî awayî astengiyên qanûnî ji holê hatin rakirin, PKK jî wê karibe hebûna xwe ya li derveyî qanûnan di bin çavdêriya desteyekê de ku têde rayedarên DYE, YE, NY, Rêveberiya Federe ya Kurd a Iraqê û Komara Tirkiyê hene, vekişîne derveyî sînoran. Paşê wê van hêzên xwe bi awayekî bi kontrol li qad û welatên cihê bi cih
bike. Di vê qonaxê de nuqteya nazik ew e, divê berdena hukimxwarî û girtiyên siyasê yên PKK’ê û vekişandina derveyî sînoran a hêzên çekdarî yên PKK’ê bi hev re bêne plankirin. Li vir pîvana “yek bê ya din nabe” derbas dibe.
c- Qonaxa Sêyemîn: Her ku gavên qanûnî û destûrî yên demokratîkbûnê bêne avêtin wê zemînê ji nû ve vegera li sîlehan nemîne. Di serî de yên di nava PKK’ê de wezîfe kirine, yên gelek sal in mişextkirî ne, ji welatîbûnê hatine derxistin û yên bûne penaber wê vegera wan a welat hêdî hêdî destpê bike. Kengî xebatên KCK’ê bûn
qanûnî wê hewce neke ku PKK di nava sînorên Tirkiyê de bixebite. Ji her alî ve xebatên legal demokratîk, siyasî, civakî, ekonomîk û çandî esas bêne girtin. Ji bo ku ev plan qonax bi qonax bi cih were anîn rewşa Abdullah Ocalan xwedî girîngiyeke stratejîk e. Bêyî Ocalan şensê bicihanîna vê planê gelekî bi sînor e. Lewma çareseriyên maqûl ên der barê rewşa wî de divê bêne peydakirin. Ez pêşniyarên xwe yên der barê rewşa xwe de dikarim bi vî awayî pêşkêş bikim:
i- Li ser bingehê parastina ku ez ê li Komîsyona Lihevkirin û Heqîqetan bikim weke pêdiviya kar û wezîfeyê divê bême azadkirin. ii- Di çarçoveya azadiyê de, lê bi rayedarên DYE, YE, NY, Rêveberiya Federe ya Kurd û Komara Tirkiyê re, eger hewce bike bi lihevkirina bi nûnerên hêz û welatên din re, di serî de PKK ji bo ku tevahiya derdorên eleqedarî Kurdan ji çareseriya demokratîk re bêne amadekirin û ji bo ku pêdiviyên planê bêne bicihanîn, divê şert û merc werin afirandin da ku ez karibim erka xwe bi cih bînim. iii-Di serî de cihê min ê mayînê divê pêdiviyên min ên cûrbicûr bêne têkûzkirin. Raya giştî ya Tirkiyê û bi giranî gelê Kurd ji min hêviya çareseriya demokratîk û plansaziya wê dikin ku gelekî tê guftûgokirin. Ji lewra ez jî dikarim fikir û pêşniyarên xwe bi vî awayî weke pêşnûmeyê pêşkêş
bikim. Eşkere ye ku li ser bingehê fikir û pêşniyarên ez ji aliyan bigirim, ez ê fikir û pêşniyarên xwe di ber çavan re derbas bikim, biguherînim û pêş bixim. Piştî amadekirina min a vê rapor û nexşeya rê, bêguman giraniya berpirsiyariyê di serî de Hukûmeta AKP’ê dikeve ser milê Meclîsa Millet a Mezin a Tirkiyê û rayedarên saziyên bingehîn ên dewletê. Eger lihevkirineke giştî pêk bê, tavilê divê mirov ji qonaxa yekemîn destpê bike. Naxwe, ne weke gefxwarin, lê bi awayekî ez hîç naxwazim di serî de PKK û KCK wê ji niha û pêve neçar derbasî qonaxa bi navê ‘Ji bo parastina hebûna Kurdan û azadkirina wan berxwedana topyekûn’ bibin. Di berdêla çi de dibe bila bibe
ji bo rê li ber vê neyê vekirin, bi herhalî divê em tev bi hev re li pêşiya hesabên polîtîk ên rojane û berjwendiyên kariyerîst bibin asteng û divê em model û plana xwe ya çareseriya pirsgirêka Kurd û pêşîlêvekirina demokratîk pêk bînin.