Rêxistinên ciwanên welatparêz û Jinên ciwanên Tekoşêr li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst banga tevlîbûna pîrozbahiyên 15’e Tebaxê li ciwanên başûrê Kurdistanê kir.
PÊNCEWÊN – Rêxistinên Ciwanên welatparêz û Jinên Ciwanên Tekoşer li navçeya Pêncwên bi daxuyaniyekî tecrîda li se Rêber Abdullah Ocelan şermezar kir û banga tevlîbûnên pîrozbahiyên 34. Salvegera Cejna vejînê li ciwanên Başûrê kir.
Li ser navê ciwanan endama Jinên Ciwanên Tekoşer Mîtra Pêncwên axifî Û got “em weke ciwanên welatparêz û jinên ciwanên tekoşer ew êrîşên li ser Rêber Apo qebûl nakin û bi ruhê 15’ê Tebaxê li beramber hemû êrîşên li ser Rêberê Gelan Rêber Apo, yên li ser gelê Kurd û axa Kurdistanê disekinin û destûr nadin dijminên me bigîhîjin armancên xwe.”
Pêncwên di daxuyanîyê de li ser dagirkeriya dewleta Tirk axifî û wiha berdewam kir “demeke dirêje Dewleta Tirk a faşîst li ser axa Rojava u Başûrê Kurdistan’ê êrîşên dagirkeriyê rêvedibe û dixwaze li Kurdistanê rêjîma qirkirinê bimeşîne. Me weke ciwanên Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeran çek hilgirtiye û em amadene dijî êrîşên dewleta Tirk jî çek bigrin û axa Kurdistanê biparêzên.’’
Pêncwênî di berdewwamiya axaftina xwe de balkişand ser wateya 15’ê tebaxê û axaftina xwe bi van hevokan qedand “Em 15’ê Tebaxê di serî de Rêber APO, hemmû şehîdên Kurdistanê, Gelê me yê welatparêz û hemû ciwanên apoyî pîrozbe. Em bang li hemû ciwan, jinên ciwan dikin kû di 17’ ê Tebaxê werin em roja vejîna gelê Kurd bi hev re pîroz bikin”.
Salvegera 34min ji cejna vejîna gelê Kurd ango hamleya 15’ê Tebaxê Îsal bi pêşengtîya çalakvanên mertalên zindî, Ciwanên Welatparêz û Jinên ciwanên Tekoşer li binarê qendîl gundê Slê ango qada çalakiya Mertalên Zindî wê were pîroz kirin.