Jinên ciwanên Tekoşer li navçeya Ranya ya Slêmanî li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocelan meşekî li darxistin.
RANYA – Rêxistina Jinên ciwanên Tekoşer îro li navçeya Ranya ya Slêmanî li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocelan meşekî li darxistin.
Piştî meşa ku li nav suka Ranya hat kirin girseyê bi daxuyaniyekî tecrîda li ser Rêberê gelan Abdullah Ocelan tê meşandin şermezar kir. Daxuyanî ji aliyê endama Rêxistina Jinên Ciwanên Tekoşer Jîna Egîd ve hat dayîn.
Jîna Egîd di daxuyaniyê de balkişand ser tecrîda li ser Rêber Ocelan tê meşandin kir û got “em wekê jinên ciwanên Başûrê Kurdistanê tecrîda li îmrali tê meşandin û êrîşên dagirkeriyê yên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tê meşandin şermezar dikin. Em weke Jinên Ciwanên Tekoşer tecrîda li ser Rêberê xwe qebûl nakin, em ji berxwedana rêberê xwe hêz digrin. Em heya dawi jibo azadıya Rêber APO bi israrin û emê hertim di nav tekoşînê de bin. Heya em agahiyên rast ji Rêber APO negrin emê di nav çalakiyan de bin.’’
Jîna Egîd di axaftina xwe de banga ciwanên Başûrê Kurdistanê kir û wiha got: Pêwîste ciwanên Başûr û hemû ciwanên Kurd bi hemleya “SERİ HİLDE” serhîldin û ji bo azadıya Rêber APO û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk di nav çalakiyan debin’’
Di dawiya axaftina xwe de Jina Egîd Wedat Hisên Elî yê nûçegîhanê Rojnews’ê ku 2 sal berê li Duhokê Hatibû qetilkirin bibîranî û kuştina rojnamevanan jî protesto kir.