Odeya Çalakiyê ya Xezeba Zeytûnê ragihand ku serçeteyekî yê Foc Mûstefa yê bi navê Yasîn El-Casim bi çalakiyeke taybet hatiye kuştin.
https://www.youtube.com/watch?v=jOssjOEWkU8
NAVENDA NÛÇEYAN – Çalakiyên şervanên YPG/YPJ’ê ya li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê yên di dagirkeriya Efrînê de cih girtin bûn, mal û talan, dizi û welatiyên sivîl direvînin didomin.
Odeya Çalakiyê ya Xezeba Zeytûnê ragihand ku li dijî çeteyan çalakiyeke taybet lidar xistine û serçeteyek bi navê Yasîn El-Casim hatiye kuştin.
Odeyê di daxuyaniya xwe de ev tişt got:
“Hêzên me yên Odeya Çalakiya Xezeba Zeytûnê di 16’êTebaxa 2018’an de bi çalakiye taybet serçeteyekî ji koma Foc Mûstefa yê bi navê Yasîn El-Casim lidar xistine û di çalakiyê de hatiye kuştin. El-Casim destê wî di talankirina mal û qetilkirina sivîlên li Efrînê de heye û ji bo wê hatiye cezakirin.
Em carekî didin sozdidin ku wê hesab ji hemû komên çete bixwazin û wê hesawê wan giran bên standin û Efrîn bi sebir be tola te tê hilanîn.”