Li Serdeşta Çiyayê Şengalê ji bo Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî konê sersaxiyê hate vedan.
NAVENDA NÛÇEYAN – Cenazê Endamê Kordînesyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî duh li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Berxwedan bi merasîmekî bi heybet hat veşartin. Îro li Serdeşta Çiyayê Şengalê ji bo sersaxiya Mam Zekî Şengalî konê sersaxiyê hate vedan.
Mêvan ji aliyê Rêveberiya Şengalê û malbata Şehîd Mam Zekî Şengalî ve tên pêşwazî kirin. Gelek gel diçin taziyê.
Endamê Kordînesyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî di 15’ê Tebaxê de, dema ku ji bîraniya qurbaniyên komkujiya gundê Koço vedigeriya di êrîşekî dewleta Tirk de şehîd bû.