Li Rojhilatê Kurdistanê 400 heta 500 gundên Kurdan ên ser bi bajarê Kirmaşanê ve ji welatiyê wan vala bûne û niha ti kes li wan gundan najî.
NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî 29 salan ji bidawîhatina şerê Iraq û Îranê ewlehiya Îranê rê nadin ku ew gundên kurdan yên bajarê Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê werin avedankirin.
Rêveberê Giştî yê Karûbarên Gundên Kirmaşanê, Emîr Xusrewanî di daxuyaniyekê de ragihandiye, beşeke wan gundan bi sedemên ewlehiyê di dema şerê Îran û Iraqê de hatine vala kirin.
Bi biryara berpirsên ewlekariyê yên hikûmeta Îranê, avdankirina wan gundên ku dikevin 10 heta 15 kîlometriya sînor, hatiye sînordarkirin. Niha piştî derbasbûna 29 salan bi ser bidawîhatina şerê Îran û Iraqê, hêj rê nayê dayîn ku xelkê wan gundan vegerin ser mal û milkên xwe.
Emîr Xusrewanî dibêje, beşeke din a gundên Kirmaşanê, bi sedema nebûna xizmetguzariyan û bêkariyê hatine valakirin.
Kirmaşan yek ji bajarên Rojhilatê Kurdistanê ye, ku hejmara welatiyê wê zêdetir ji 2 milyon kesan e. Herwiha bajarê Kirmaşanê bajarê herî mezin ê Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê ye, ku li navenda bajarê wê zêdetir ji milyonek kes dijîn.