Ciwanên Êzîdxanê soza tolhildana Mam Zekî Şengalî dan û gotin ku em li hember mamê xwe berpirsyarin û emê riya wî bişopînin.
SERDEŞTÊ – Nûçegihanê ajansa me Nûçe Ciwan derbarê hestên ciwanên Şengal ji şehadeta Mam Zekî û erk û berpirsyartiya wan nerîna ciwanên Êzîdxanê ku li bin konê sersaxiyê li Serdeştê ne girt.
Ciwanê bi navê Şingalî got: Em wekî yekîtiya ciwanên êzîdxanê hatine bin konê şehîd mam Zekî jibo em alîkariyê bidin hevala. Em wekî yekîtiya ciwanên êzîdxan soz didin ku emê xwîna mam Zekî li erdê nahêlin, em dizanin ku çawa mam Zekî hate şehîd xistin.
Şengalî axaftina xwe wiha dewam kir: Em wekî ciwanên êzîdî erka tolhildana şehîd Zekî liser milê meye .bila dijmin baş zanibe emê liser piya bin heya ku em tola mam Zekî ranekin.
Ciwanê bi navê Berzan şingalî jî axifî û got: Binavê yekîtiya ciwanên êzîdxanê YCÊ’ê em livêderê hazir bûne libin konê şehîd mam Zekî, mejî wek erkekî dît liser milê xwe em hatin bin vê çadirê jibo em alrîkariyê bidin.
Ji aliykî din ve liser navê yekîtiya ciwanê êzidî ji navendê cuda yên şingalê seredana konê şehîd mam Zekî kirin û bihevra soza tolhildana mam Zekî Şengalî dan.
Berzan got: Em dizanin mam zekî hate suîqas kirin, ne şerekî sîng bi sîng bû dimilê xiyanetê de hate kirin, dema ku li 15 tebaxê konê sersaxiyê jibo bîranîna komkûjiya gundê koço hatî vedan bangewazî jibo mam Zekî hatibu kirin jibo wê seredana gundê koço kiribû, li ser navê kurdÎnasyona civaka êzidî li wêderê amade bû. liser navê merceiya dînî ji milê bexdeyê Necef û Kerbela yê tevlî merasîmê bûn.
Dema ku meraîm bi dawî bû mam zekî berê xwe da komelgeha Xanesorê liser riya Geliyê Şilo bi riya istîxbarata QDP mam Zekî ji aliyê balefirên Dewleta Tirkiyê ve hate suîqas kirin.
Berzan di dawiya axaftina xwe de got: Em wek yekîtiya ciwanê êzidî emê tola mam Zekî hilînin.