Odeya Çalakiyên a Xezeba Zeytûnê li herêma Raco ya kantona Efrînê çalakiyek pêk anî. Di encamê de çeteyekî girêdayî koma Sultan Mûrad a girêdayî îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) hate kuştin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Odeya Çalakiyên a Xezeba Zeytûnê îro têkildarî çalakiyên xwe ji raya giştî re daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate tekezkirin ku çeteyê bi navê Adil Xalid El-Xalidî yê ji koma Sultan Mûrad a girêdayî artêşa Tirk a dagirker li gundê Hec Cemala yê girêdayî herêma Raco hatiye kuştin.
Daxuyanî wiha ye:
“Yekîneyên me yên Odeya Çalakiyên a Xezeba Zeytûnê di 17`ê Tebaxa 2018`an de li dijî çeteyê bi navê Adil Xalid El-Xalidî yê koma Sultan Mûrad a girêdayî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek pêk anî. Yekîneyên me piştî şopandina tevgera wî ew li gundê Hec Cemala yê girêdayî herêma Raco ya Efrînê kuşt, da ku cezayê xwe der barê kiryarên li dijî sivîlên Bakurê Sûriyeyê û Efrînê de bibîne û bila her kes bizane ku Xezeba Zeytûnê tê.”