Tura Yekemîn ya Turnuvaya netewî ya Ciwanên Kurd li herema Şarezor îro bi maça Karwan – Hawar destpêkir.
HELEBÇE – Tura Yekemîn ya turnuvaya Netewiya Ciwanên Kurd a ku Rêxistina Jiyanewey Gencan dardixe li herêma Şarezor destpêkir. Îro li navçeya Helebce a Silêmanî bi maça tîma Karwan – Hawar hat lîstin destpêkir û maç bî serketina Karwan encam buye. Karwan a tîma Helebce Hawara tîma Kakaîyan 6 bi 3 binxist.
Listîkvanê tîma Karwan Newşîrwan Merwan got ‘’ Em serkeftina xwe kêfxweşim û em bi îddîane kû serbikevin.’’ Merwan da diyar kir kû ev turnuvaya netewîya ciwanên Kurd jibo hev nasîn û yekîtîya Ciwanên Kurd pir girînge û got ‘’ em Rêxistina Jiyanewey Gencan re spas dikin kû vê turnuvayê dardixin û rêya spora civakî Û netewî ciwanên Kurd re vedikin’’.
Lîstikvanê tîma Hawar Saman Muhsîn Fetah jî got ‘’Em ji rêxistina Jiyanewey Gencan re spas dikin kû vê turnuvayê amadekir û cîh ji me ciwanên Kakayî re dan û me jî weke ciwanên Kakaiyên Kurd vê turnuvaya netewî de cîhê xwe girt lê belê em îro xemgîn dizivirin. Em ji tîma Karwan re serkeftin dixwazin.’’ Fetah di axaftinên xwe de ji ber kêm bûyîna xîzmetên werzîşî hukumeta başûrê Kurdistan rexnekir û daxwaza çêkirina sahayeke nû kir.
Tûra yekem a turnuvaya netewî ya ciwanên Kurd a herema Şarezor ji 8 tîman pêk tê. Di encama tûra yekemînde 2 tîmên herî bihêz yên herema Şarezor diçine tura duyemîn a ku asta Başûr wê birêvebiçe.