Ciwanên Kurd li Lubnanê êrîşên Dewlea Tirk li ser axa Başûrê Kurdistanê û êrîşa li ser Şengalê şermezarkirin, her wiha cieanan daxwaza azadikirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.
LUBNAN – Yekîtiya Ciwanên Rojava li Lubnanê bi daxuyaniyekê dagirkeriya Dewleta Tirk û êrîşên wê yên li ser Kurdistanê şermezarkirin, herwiha ciwanan daxwaza azadkirina Rêber Ocalan kirin. Daxuyaniya ciwanan ji aliyê endama Yekîtiya Ciwanên Rojava Dîlan Hesenli li ber avahiya Weqfeya Newroz a Çandî û Civakî hate xwendin.
Daxuyaniya ciwanan wiha ye:
“Em êrîşa dagirkeriya Tirkiyê ya li ser Başûrê Kurdistanê, hedefgirtina endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî û bêdengiya Partiya Demokaratîk a Kurdistanê ya li hemberî van êrîşan şermezar dikin.
Her wiha wekî ciwanên Rojava yên li Lubnanê dibêjin, em van êrîş û bêdengiyan bi tu awayî qebûl nakin.
Binpêkirinên ku Dewleta Tirk derheqê gelê me de pêk tînin armanc jê şikandina vîna gelê me ye, em tekez dikin ku em ê xeta şehîdan bişopînin û destur nadin Tirkiyê ku îradeya gel me têk bibe. Tirkiyê bi riya van êrîşên xwe yên hovane, hewl dide tola çeteyên xwe yên li Şengalê û Rojava de têk çûne rake.
Her wiha em tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dikin û dibêjin bila Neteweyên Yekbûyî û civaka navdewletî erka xwe pêk bîne û destwerdanê bike.”