Şewata li Dersimê ku di encama topbaranê de roda li li gelek qadên din belav dibe.
NAVENDA NÛÇEYAN – Şewata di encama bombebaranan li gelek herêmên Dersimê rû dan, belavî Çemê Çirtik, Çiyayên Bakir, Muşkîrek, Gomên Balî û Çemê Balî yên navendê bûn û her ku diçe mezintir dibe. Hat diyar kirin ku Midûryeta Karê Daristanan ê mûdaxileyî şewatê nake.
Şandeya HDP’ê di navede parlemanter ya Amedê Salîha Aydenîz, ji bo şewatê li cihê wê lêkolîn bikin îro hatin Dersimê. Şande, piştî hevdîtinên li navenda Dersimê, dê biçe herêma şewat lê berdewam dike. Di navberê de, şewata 15 rojin li çoltera navçeya Xozatê berdewam dike, beşeke wê ya mezin hat vemirandin, lê hîna jî li hin qadên cuda bedewam dike.