Li kolana Raco “Kolana Şirket El-Herem” a navenda bajarê Efrînê teqînek mezin rû da, di teqînê de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û birîndar jî hene.
https://www.youtube.com/watch?v=h1e4n6K5-fE
NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî nuçeya anha ku agahiyên xwe ji çavkaniyan herêmê girtiye, bombeyeke ku di hawiya çopê de li kolana Raco (Şirketa El-Herem) hatibû bi cih kirin teqiya, di encamê de 3 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan, her wiha birîndar jî hene, lê hejmara wan nehat naskirin
Erebeyên ambulansê birîndar rakirin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê cihê teqînê dorpêçkirin.