Dû ciwan bi qasî heybeta Zagrosan berdewamiya riya Ali Çîçekan. Dû hevalên bi hesreta azadiyê ku serkeftin esas girtibûn. Her dû heval pir ciwan lê cewherê ciwanekî di cewherê xweda çandibûn.
Heval Cûdî û heval Abas pir ji hev hezdikirin. Hevaltiyeke wan ya pir bi hêz û cewherî hebû. Dema ku heval Abas derbasî Gelî bûn. Heval Cûdî heman piştî heval Abas derbasî Gelî bû. Yanî girêdaneke pir xurt hebu.
Rêheval Cûdî di jiyanê de en heval ku dihat hez kirin û herî hevalê tevlî bûna wî xurt bû yek ji van hevalan bû. Evîndarê axa Botan’ê bu. Pir sade û temîz bû. Bi ciwantiya xwe tevli her karî dibû. Temsilgerê ciwanek rast bû.
Rêheval Cûdî xweşik buyina Feraşînê di xweda ava kiribu û dilê xwe bi qasî çil û çar kaniyên Faraşîne zelal kiribû.
Heval Abbas biqasî ciwaniya xwe xweşik û dil paqij bû. Dûnyayeke wî pir paqij û xweş hebû. Rêheval Abas li cem dayika xwe mezin bibû ji ber wê jî nêzîkatiya herî bal dikişand nêzîkatiya wî ya ji jinê ra bû. Rêheval Cûdî jî wiha bû.
Herdema ku ez wan herdû rêhevalan tînim bîra xwe rêheval Alî Çîçek ku bi ciwaniya xwe bû rêvebirê rêxistinê û di zindanê da berxwedaniya herî mezin nîşan da ev herdû heval jî wisa bûn. Pir ciwan bûn lê dijmin wî qasî li pey wan digeriya û ji bona ku wan şehîd bixîne her tişt kir.
Axaftina her dû hevalan herdem digotin partiya me partiya ciwana ye û wan herdû rêhevalan bi ciwanî jiyan kirin û bi ciwanî gihiştin azadiyê.
“Ji bona bîranîna Şehid Cûdî faraşîn û şehid Abas ku tevî 6 hevalên xwe li Çelê jiyana xwe ji dest dane”.
Şehîd Cûdî