YPG`ê diyar kir ku ew xwedî li hemû çalakiyên xwe ku li Efrînê pêk tînin derdikevin û encamên çalakiyan li ser malpera xwe ya www.ypgrojava.org bi raya giştî re parve dikin û got:ʺ Ji bilî van, tu çalakiyeke ku li ser navê me bi rêya medyaya civakî tê parvekirin ne çalakiyên me ne.ʺ
NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê derbarê kiryarên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyaniya ku li ser malpera YPG`ê hate weşandin wiha ye:
ʺKiryarên dermirovahî yên ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li Efrînê pêk tînin, di demên dawî de zêde dibe. Bi taybet di demên dawî de him ev kom him jî hinek komên ku bi navên cûda cûda di hundirê Efrînê de çalakiyan pêk tînin û van çalakiyan bi rêya medyaya civakî parve dikin hene. Li gel agahiya ku hinek ji van koman bi îstîxbarata dewleta Tirk ve girêdayiye, ji rê û rêbazên ku tên bikaranîn jî tê fêmkirin ku pêwendiyek bi vî rengî heye. Ji ber vê em tekez dikin ku mafê gelê Efrînê û şervanên me yên YPG heye ku çalakiyan bikin bi rêbazên rewa ji bo bi dawîkirina dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li ser axa me.
Em weke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) xwedî li hemû çalakiyên xwe derdikevin û li van çalakiyan li ser malpera xwe www.ypgrojava.org bi rayagiştî re parve dikin. Ji bilî van, tu çalakiyeke ku li ser navê me bi rêya medyaya civakî tê parvekirin ne çalakiyên me ne.ʺ