Li gundê Satiya ya herêma Cindrêsê şeniyên gund li hember çeteyên Dewleta Tirka dagirker derketin û serî ne tewandin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî nuçeya anha çeteyên Firqet El-Hemzat a girêdayî artêşa Tirk a dagirker îro mal û milkên welatiyên gundê Satiya yê girêdayî herêma Cindirêsê ya Efrînê dizin.
Li hemberî kiryarên çeteyên artêşa tirk a dagirker, şêniyên gund serî netewand û li hemberî wan derketin. Di encamê de, pevçûn di navbera şêniyan û çeteyan de derket. Çeteyan gule bê serûber li gund reşandin.
Şênî ji bo derxistina çeteyan ji gund bi israr in. Li gund heta niha rewş ne aram e.
Hêjayî bibîr xistinê ye ku çeteyan beriya niha bi demekê hin mal ji şêniyan bi darê zorê standin û kirin navendên xwe. Her wiha têlên kehbrebê, mal û milkên welatiyan û tiştên di mizgeftê de hemû dizîn.