Yekemîn qonaxa turnuvaya netewî a li herêma Silêmaniyê di tura xwe ya 3’mîn de berdewam dike. Maça doh şev di navbera Tîma fotbolê ya bi navê Şaro û Tîma fotbolê ya bi navê Rojava de hat lîstin.
SILÊMANIYÊ – Tûrnûveya netewî ya Ciwanên Kurd a Rêkxirawî Jiyanewey Gencan (Rêxistina Vejîna Ciwanan) dardixe bi qonaxa xwe ya yekemîn a Herêma Silêmanî di tûra 3’mîn de berdewam dike.
Maça doh şev di navbera Tîma Fotbolê ya bi navê Şaro û Tîma Fotbolê ya Ciwanên Rojavayê Kurdistanê yên li Başûr avakirine a bi nave Rojava de hat lîstin. Maç 4 bi 3 serkeftina Tîma Şaro bi encam bû.
Maça din ya tûra siyemîn wê sibe di navbere Tîma Fotbolê ya bi navê Ciwanên Mamoste û Tîma Futbolê ya bi navê Kurdistan de wê were lîstin.
Rêxistina Vejîna Ciwanan ji bo ber bi yekîtiya netewî ya Ciwanên Kurd ve çûyînê turnuveya Netewî ya Ciwanên Kurd dardixe.
Li Başûrê Kurdistanê ji bo li darxistina vê tûrnuvayê li parêzgehên Hewlêr û Dihokê ji Rêxistina Vejîna Ciwanan re gelek astengî hate derxistin. Li Parêzgeha Silêmanî û Kerkûk’ê Ciwanan dest bi Turnuvaya Netewî kirin. Li parêzgeha silêmanî û Kerkûkê heremên Silêmanî, Bazyan, Raperîn, Şarezur, Germiyan, Kerkûk û Çemçemal yekemîn qonaxa turnuvaya Netewî tê bi rêvebirin. Lê belê heremên Behdînan, Hewlêr û Biradost di qonaxa duyemîn a turnuvayê de beşdar dibin.
Turnuvaya Netewî a Ciwanên Kurd li ser 3 qonaxan ve hatiye rêxistin kirin. Qonaxa yekemîn li herêman ya duyemîn li ser asta Başûr’ê Kurdistan û ya siyemîn jî dibe Turnuvaya Netewî.