HPG’ê nasnameya 6 gerîlayên meha Tebaxê li Şirnex û Colemêrgê şehîd bûn eşkere kir.
NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî li ser malpera xwe weşand û li ser gerîlayên 7 û 17’ê Tebaxê li Şirnex û Colemêrgê şehîd bûn agahî da.
Daxuyanî wiha ye:
Şerê navbera artêşa TC a dagirker û hêzên me yên gerîla roj bi roj mezin dibe. Hêzên dagirker ku li hemberî gerîlayên azadiya Kurdistanê nikarin tiştekî bikin, bi rêya teknîkê hewl dide encamekê bi dest bixin. Hêzên me yên gerîla ku xwe bi ruhê fedayî yê Apoyî xemilandine, di vî şerê dijwar de derbên giran li dijmin dixin û hesab û planên dijmin ji hev dixin. Di vê berxwedana dîrokî ya Kurdistanê de car carna şehîdên me jî çêdibin. 7’ê Tebaxê li Çiyayê Gabarê û 17’ê Tebaxê li herêma Bajêrgeh a Colemêrgê di şer û êrîşên hewayî de hin şehadetên me çêbûn. Her hevalên me yên bi lehengî şer kirin û şehîd bûn, bûn mînakeke mezin a wêrekiyê û di meş azadiyê de weke fedayiyên gelê me cihê xwe di dîroka Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de girtin.
Agahiyên li ser nasnameya şehîdan:
Nasnav: Canşer Botan Nav paşnav: Emrûllah Yavûz Cihê jidayikbûnê: Şirnex Dayik-Bav: Salîha-Alîhan Dem û cihê şehadetê: 7’ê Tebaxa 2018’an / Şirnex |
Nasnav: Firat Semsûr Nav paşnav: Nazîf Gurbuz Cihê jidayikbûnê: Semsûr Dayik-Bav: Nebiye-Omer Dem û cihê şehadetê: 7’ê Tebaxa 2018’an / Şirnex |
Nasnav: Rêdûr Koçer Nav paşnav: Halît Erîcek Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn Dayik-Bav: Fatma-Abdullah Dem û cihê şehadetê: 7’ê Tebaxa 2018’an / Şirnex |
Nasnav: Serkeft Sîîrt Nav paşnav: Vehbî Taş Cihê jidayikbûnê: Sêrt Dayik-Bav: Hediye-Mehmet Emîn Dem û cihê şehadetê: 7’ê Tebaxa 2018’an / Şirnex |
Nasnav: Mazlûm Kobanî Nav paşnav: Îsmaîl Beşar Cihê jidayikbûnê: Kobanî Dayik-Bav: Fatma-Cûma Dem û cihê şehadetê: 17’ê Tebaxa 2018’an / Colemêrg |
Nasnav: Xemgîn Roj Nav paşnav: Bûrhan Gunduz Cihê jidayikbûnê: Erzîrom Dayik-Bav: Emîne-Mehmet Dem û cihê şehadetê: 17’ê Tebaxa 2018’an / Colemêrg |
Di serî de malbatên hêja yên hevalê me yên şehîd bûne em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê welatparêz dixwazin û careke din soz didin ku em ê ji bo azadiya Rêbertî û Kurdistanê bê navber têbikoşin ku ev yek xewn û xeyala şehîdên me bû.”