Li Parîsê ciwanên Kurdistanê, ji bo ku tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan protesto bikin meşek li dar xistin.
PARÎS – Li herêma Evry a Parîs a paytexta Fransayê ciwanên Kurdistanê, ji bo ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan şermezar bikin çalakiya meşê pêk anîn. Ciwanên Kurdistanê duh bi şev li ber gara Evryê kom bûn û heya postexaneya navendê meşiyan. Ciwan, panqartên “Serî Hilde” û “Free Ocalan”, posterên şehîdên ku li çiyayên Kurdistanê şehîd ketine û ala PKKê daliqandin. Ciwan dîsa diruşmeyên “Azadî Ji Bo OCALAN” û “Bijî Serok APO” avêtin.
Ciwanan, di meşê de bangawaziya çalakiya meşa dirêj a di 2’ê meha Îlonê de wê pêk were Kirin û çalakî bi dawî kirin.