Li navçeya Yenişehr agir bi wargehekê xwendekarên jin ket, sedema agir ne diyare.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li navçeya Yenişer a Amedê agir bi wargeheke xwendekarên jin ket, ji ber ku xwendekar di dema tatîlê de bûn rê li pêşiya kareseteke mezin hate girtin. Sedema derketina agir ne diyare.
Tîmên agirkujê hatin cihê bûyerê û agir vemirandin. Lêkûlîn li ser sedema derketina agir dest pêkir.