Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM kongreya xwe ya 3 mîn ku li bajarokê Rimêlanê tê li dar xistin ji çapemeniyê girtî berdewam dike.
NAVENDA NÛÇEYAN – Bi dirûşmeya ʺBi civaka birêxistinkirî û azad serkeftin mîsoger dibeʺ TEV-DEM îro li navenda Aram Tîkran a bajarokê Rimêlanê ya kantona Qamişlo kongreya xwe ya 3 mîn bi beşdarbûna partî û rêxistinên siyasî li dar xist.
Piştî bidawîbûna axaftin û nameyên pîrozbahiyê, kongre bi hilbijartina 5 kesan ji bo dîwanê dewam kir. Kesên ku ji bo dîwanê hatin hilbijartin ev in: Asya Abdullah, Xerîb Hiso, Eyşe Efendî, Xelîl Osman û Sûad Hesen.
Li gorî jêderên ji kongreyê, dê raporên Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê werin xwendin û nirxandin, hevpeymana tevgerê were xwendin, hevserokên Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê werin hilbijartin, meclisa TEV-DEM`ê were hilbijartin, sond xwarin û piştre daxuyanî were dayîn yan jî axaftinên dawî werin kirin.
Kongre di van kêliyan de ji çapemeniyê re girtî berdewam dike.