Pirsgirêkên aborî yên li Îranê her roj kûrtir dibin, Parlamentoya Îranê li ser vê mijarê ji Serokomar Hesen Ruhanî hesap xwest.
NAVENDA NÛÇEYAN – Parlamentoya Îranê têkildarê pirsgirêkên aborî ji Serokomar Hesen Ruhanî xwest ku li parlamentoyê bersiva pirsên parlamenteran bide. Li ser vê yekê Hesen Ruhanî îro çû parlamentoyê û pirs bersivandin.
Piştî bersivdayînê, li parlamentoyê bi armanca erêkirina bersivên Ruhanî dengdayîn hat pêkanîn. Di encama dengdayînê de bersivên Ruhanî yên liser kaçaxçîtî, zêdebûna bêkarî, ketina nirxê pereyê Îranê û bûhabûna tiştan nehatin pejirandin.
Li gorî yasayên Îranê dema bersivên hikûmet an jî serokê hikûmetê neyên pejirandin, ji bo Desteya Dadgeha Bilind tên şandin. Lewma bersivên Ruhanî yên nehatine pejirandin jî ji bo Dadgeha Bilind hatin şandin. Dadgeh wê li ser bersivan biryarê bide.
Parlamentoya Îranê roja yekşema borî jî, Wezirê Aboriyê ji erkê girtibû.