Li Şemzînan a Colemêrgê maşîna kirpî ya eskerî qulipî. Di qezayê de 2 esker mirin û 7 esker birîndar bûn.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li Gundê Mavan ê Bajaroka Rubarokê ya Şemzînan a Colemêrgê maşîneya eskerî ya tîpa kirpî qulipî. Di qezayê de 2 esker mirin û 7 birîndar bûne, birînên 5 eskeran giranin. Eskerên birîndar rakirin nexweşxaneya dewletê ya Geverê.