Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê yekemîd dewreya komandos ya bi navê dewreya şehîd Şiyar Efrîn li ekademiya komandos ji bo 60 ciwanî da dest pêkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Yekemîn dewreya komandos ya li ser asta Bakurê Sûriyê ku ji bo 60 ciwanên ji hemî pêkhateyan tevlî bûne hate vekirin wê 6 mehan dewam bike. Ciwan wê di nava dewreya xwe de dersên birdozî, leşkerî her wiha şerê kolanan bibin.
Merasîm bi deqeyek rêz girtin her wiha bi tûranekî leşkerî dest pêkir. Piştre yek ji fermandarê QSD’ê Heqî Kobanê axifî û destpêkirina dewreyê li ciwanan pîroz kir. Heqî got: Emê berxwedana serdemê bikin gava xwe ya yekem ber bi tekoşînê û dagirkeran ji axa Sûriyê derxin.
Piştî axaftinê ciwanan soza xwe da û merasîm bi silogana bi dawî kirin.