Balafirên Dewleta Tirk a dagirker herêma Biradostê topbaran kir. Di encama topbaranê de gelek dar her wiha zeviyên gundiyan şewitîn û telef bûn.
NAVENDA NÛÇEYAN – Duh balafirên Dewleta Tirk a dagirker careke din gundê Sîran û Xelîfan yên ser bi navçeya Sîdekan ya devera Bradost topbaran kirin. Ji ber topbaranê gelek zeviyên welatiyan şewitîn, welatiya got ku ji ber topbaran û balafirên keşifê yên Dewleta Tirk a dagirker me nikarî agir vemirînin.