Di çarçoveya qonaxa duyemîn ya hemleya Serî Hilde de Yeîtiya ciwanên Rojava (YCR) rêze civînên xwe li kantona Şehba dewam dike.
NAVENDA NÛÇEYAN – Bi tevlbûna bi dehan ciwanan duh li navçeya Ehrizê ya Şehbayê YCR’ê civîneke li dar xist, civîna ku ji bo ciwanên Ereb hate li dar xistin bi deqeke rêz girtin dest pêkir, piştre li ser navê YCR’ê Harûn Apoyî axifî û got: Pêwîste ciwan pêşengtiya hemleya rizgarkirina Efrînê bikin.
Apoyî diyar kir ku herêm di pêvajuyeke hesas re derbast dibe û got: Em di seferberiyeke giştî re derbas dibin. Me dest bi perwerdekirina ciwanan li ser pîvana “Şerê gel ê şoreşgerî” kir. Ciwanên Ereb û Kurd amade ne ku tev li hemleya rizgarkirina Efrînê bibin û her bihostekê ji welatê xwe rizgar bikin.”
Harûn Apoyî axaftina xwe bi sozdayîna tolhildana şehîdan bi dawî kir.