Bi operasyon û şewata daristanan li Dersîmê leşkerên Tirk zorê li gundiyan dikin ku gundê xwe vala bikin. Esker bi hinceta ku gund herêmên ewle ne dixwazin gundiyan ji gundên wan erxin. Eskean ji gundiyan re got: Gundê we herêma ewlehiyê ye. Jiyana li vir sûc e. Gundê xwe vala bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li gelek herêmên Dersîmê bi hefteyan e daristan tê şewitandin. Piştî operasyonên leşkerî herêm tê topbarankirin û daristan tê şewitandin. Li herêma Geliyê Avgasor, Mezraya Balî, Gundê Muşkirekê, Mezraya Rengulê, Herêma Kartan, Çiyayê Sincîkê, Xoşiruk, gundên Dîkenli-Mahmut û Garipuşagi, piştî operasyona leşkerî û bombebarandinê 3 rojin qada daristanê tê şewitandin. Li Herêma Cigê piştî welatiyan mudaxaleya şewatê kirin, şewat vemirandin.
Eskerên Qereqola Cendirmeyan a Geyiksûyû bang li welatiyê gundê Muşkirekê ku berê wekî dildar şewata darkistanê vemirandin Huseyin Zeytin kirin û gef li wî xwarin. Eskeran diyar kirin ku Gundê Muşkirekê di ‘Herêma ewlehiyê’ de ye û ji Zeytin xwestin ku gund vala bikin.