Yekîtiya Ciwanên Rojava li navçeya Eyn Îsayê li 3 bajarokên girêdayî navçryê komîteyên xwe avakirin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li navçeya Eyn Îsayê Yekîtiya Ciwanên Rojava YCR’ê li bajarokên El-Hîşa, El-Elî Bacîle û bajarokê Ebû Xerze komîteyên xwe avakirin. Li her bajarokekî 7 komîte hatin avakirin. Komîteyên hatine avakirin ev in: Komîteya Werzîşê, Komîteya Perwerdeyê, Komîteya Jinê, Komîteya Çand û Hunerê, Komîteya Parastinê û Komîteya Ragihandinê û di her komîteyekê de 2 rêveber ji aliyê ciwanên komîteyê ve hatine hilbijartin.
Hêjaye gotinê ku YCR’ê navenda xwe ya bi navê “Şehîd Zinar Kobanê” ya navçeya Eyn Îsayê di 12`ê Tebaxê de vekir.