Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê revandina welatiyan li Efrînê dewam dike. Çeteyan li navçea Şêrawa jê 11 ciwan 22 welatî revandin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê û bi taybet koma çete ya bi navê Hemzat îro li gundê Endarê yê navçeya Şêrawa 6 welatî di navde 5 ciwan revandin û ber bi çihekî ne diyar ve birin. Navên welatiyên hatine revandin wiha ne: Reşîd Xalid (23), Ehmed Reşîd (22), Dilo Reşîd (20), Şiyar Elî (25), Necim Elî (35) û Xalid Elî (50).
Her wiha koma çeteyên Feyleq Elşam ya girêdayî Dewleta Tirk a dagirker ji heman navçeyê li gundê Birc Heyderê 16 welatî di navde 6 ciwan ji gund revandin. Navên welatiyên hatine revandin wiha ne: Bekrî Reşîdo Hesen (60), Mihemed Mehmûd Gulê Xeyrî (57), Nebo Mihemed Gulê Xeyrî (33), Ehmed Mihemed Gulê Xeyrî (28), Kemal Xelîl Hesen (20), Xiyas Xelîl Silêman (32), Mihemed Hemo Silêman (33), Arif Ebûd Silêman (47), Umer Ebûd Silêman (44), Silêman Ebûd Silêman (40), Ehmed Mehmûd Gulê Xeyrî (43), Xelîl Nebû Gulê Xeyrî (46), Mistefa Îbrahîm Gulê Xeyrî (54), Silêman Mihemed Gulê Xeyrî (60), Elî Mistefa Hesen (45), Silêman Ehmed Silêman (20).
Rewşa kesên ku hatine revandin ne diyare.