Standa pirtûkan ya ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocelan di roja duyemîn de li baxê giştî ya Silêmaniyê berdewam dike.
SILÊMANIYÊ – Rêxistina Gencanî Wilatparêz ( Ciwanên Welatparêz ) du roje li Baxê Giştî ya Silêmaniyê ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocelan û ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî standa pirtûkan daynîn.
Ciwanê bi navê Mistefa Xaneqîn da diyarkirin ku armanca komploya navnetewî têkbirina tekoşîna azadiyê ya gelê Kurd bû. Xaneqînî got: Bi belavbûna fikrên Rêber APO komplo roj bi roj têk diçe. Em weke Ciwanên welatparêz li dijî dagirkerî û faşîzmê serî hildidin, ji bo azadiya Rêber APO tekoşîn dikin.
Xaneqînî anî ziman ku ev çalakî ji bo 3 rojan hatiye plan kirin û got: Ji bo belavkirina fikir û felsefeya Rêber APO emê hertim xebat û çalakiyên wiha pêkbînin.