YPG’ê nasnameya 2 şehîdan da, ku herdu jî li Qamişlo şehîd bûbûn.
NAVENDA NÛÇEYAN – Di daxuyaniyê de ya di malpera fermî ya Navenda Ragihandinê ya YPG’ê de wiha hate gotin:
‘’ 29’ê Tebaxê li bajarê Qamişloyê 2 hevrêyên me şehîd bûn. Di derheqê şehadeta herdû rêhevalên me de agahiyên berfireh wiha ne;
Hevrêyê me Aram Kobanê ku li bajarê Qamişlo erk û peywirên xwe pêk di anî, 29’ê Tebaxê dema ku bi erkekî rabû li ser rêya di navbera Qamişlo-Amudê de di encama qezaya trafîkê de şehîd bû. Nasnameya hevrêyê me yê ku şehîd bûyî wiha ye;
Nasnav: Aram Kobanê
Nav û Paşnav: Ibrahîm Derwîş
Navê Dayikê: Xedîce
Navê Bav: Hisên
Cihê Ji Dayikbûnê: Kobanê
Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo / 29’ê Tebaxa 2018’an
Dîsa hevrêyekî me yê bi nasnav hevrê Rojava ku heman cîhî erka xwe pêk di anî, dema li ser karê xwe bû di dîroka 29’ê Tebaxê de di encama qrîza dil de tevlî karwanên şehîdan bû. Nasnameya hevrêyê me ku şehîd bûyî wiha ye;
Nasnav: Rojava
Nav û Paşnav: Kazim Hec Yunis
Navê Dayikê: Sediya
Navê Bav: Ibrahîm
Cihê Ji Dayikbûnê: Amudê
Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo / 29’ê Tebaxê 2018’an
Em hevrêyên me ku şehîd bûne bi rêzdarî bibîr tînin. Em careke din soz didin ku heta em xeyalên azadiyê yên şehîdên xwe pêk bînin, têkoşîna ku em bi biryardarî dimeşînin em ê bi ser bixin.’’