Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji bo ku miwekilê xwe bibînin cara 783’an serlêdana xwe kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Parêzerên Rêber Ocalan tam 7 sal û 34 roj in nikarin miwekilê xwe bibînin.
Parêzer Cengîz Yureklî, Mazlûm Dînç û Fuat Çoşacak ji bo ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Serlêdanên ku ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve têne kirin, bi hincetên mîna ‘muxalefeta hewayê’, ‘koster xirabe ye’, ‘koster li ber tamîratê ye’ û ‘Rewşa Awarte’ bi rengekî kêfî û nehiqûqî nayên qebûlkirin.