Ji ber topbarana ji qereqola eskerî li ciyayê Cûdî şewat derket.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li herêmên Şilerût û Girê Bêrmgê yên girêdayî Çiyayê Cûdî ya Şirnexê ji ber qereqolên eskerî yên derdorê topbaran kirin şewat derket. Her diçe şewat berfireh dibe û mudaxele nayê kirin.
Hêjaye gotinê ku di rojên derbasbûyî de jî li Çiyayê Cûdî ya li herêma navçeya Silopî ji ber bombebaranê şewata derketibû ji aliyê gundiyan ve hatibû vemirandin.