Girtiyê siyasî yê Kurd yê ciwan Ramîn Hisên Penahî ku 24 salî ye ji aliyê rejîma Îranê ve cezayê darvekirinê lê hatiye birîn. Berpirsên Girtîgeha Recayî bajarê Taranê ji malbata Penahî re ragihand ku wê roja Sêşema bê kurê we were darvekirin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li ser mijarê li Silêmaniyê birayê girtiyê siyasî yê Kurd Ramîn Hisên Penahî, Ehmed Hisên Penahî daxuyanî da û got; “Berpirsên Girtîgeha Recayî bajarê Taranê ragihand ku roja Sêşema hefta bê cezayê darvekirinê yê Ramîn pêk tê. Rewşa tenduristiya Ramîn gelek xerab e. Dest bi greva birçîbûnê kiriye.”
‘Darvekirina Ramîn darvekirina hemû Kurdan e’
Ehmed Hisên Penahî eşkere kir ku dosya Ramîn bûye dosya Kurdan û navneteweyî û got; “Bi darvekirina Ramîn, Îran hemû Kurdan bi dar ve dike. Rizgarkirina Ramîn rizgarkirina hemû Kurdan û kesên gefa darvekirinê li ser wan e.”
Ehmed Hisên Penahî bang li Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên mafên mirovan û hêz û kesayetên Kurdistanê kir ku xwedî li Ranîm Hisên Penahî derkevin.
Ramîn Hisên Penahî xelkê bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ye. 23’ê Hezîrana 2017’an komek ji 4 kesî ya pêşmergeyên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê-Îranê li nav bajarê Sine ketine kemîna hêzên pasdarên Îranê. Di encamê de 3 pêşmerge şehîd bûn û Ramîn Hisên Penahî jî bi birîndarî kete destê hêzên Îranê. Niha jî cezayê darvekirinê li Pehanî hatiye birîn.
Heya niha zêdetir li 14 bajarên bi nav û deng yê weke Ewropa , Elmanya, Yunanîstan, Danîmarka, Swêd çalekî ji bo Ramî Hisên Penahî kirin û li hember Balyozxaneya Îranê ji nerazîbûna xwe diyar kirine. Hemû çalekiyê tên kirin ji bo rawestandina darvenekirina Ramîn Hisên Penahiye. Li ser vê rewşê dayika Ramîn Hisên Penahî nameyek ji Konseya Yekitiya Evropa re nivîsî.
Heya niha bi hezara welatî, çelekvanê medenî, siyasetmedar û rewşembir ji bo ku Ramîn Hisên Penahî neyê darvekrin îmze kom kirine. Li milê din ji 32 siyasetmedar û parlamanteran li parlamantoya Îranê nameyek îmzekirin ji dadgeha Îranê re şandin, ji bo rakirin cezayê darvekirinê yê Ramîn.
Heya niha 24 rêxistin medenî û saziyên Mafê Mirovan bi belavkirian belavoka bal kişandin li ser rewşa Ramîn Hisên Penahî. Her wiha Rêxistina Mafê Mirovan (Human Rights Watch), Rêxistina Efûya Navnetewî (Amnesty International) û bi dehan rêxistinên din ên navnetewî heman daxwaz pêşkêşê rayedarên hikûmeta Îranê kirine.
Roja 2’ê Gulana 2018’an Ramîn xistin girtîgeha yek kesî de, ji bo biryara darvekirinê pêk bînin. Her wiha xwarziya Ramîn, Nîştîman pişti bihistina nûçeya darvekirina Ramîn dawî li jiyana xwe anî.
Rexmê hemû çalekiyên welatiyan ji Hikûmeta Îranê cezayê darvekirnê li Ramîn birî. Hikûmeta Îranê dixwaze bi awayekî ne fermî cezayê darvekrinê bicih bîne û dixwaze rayedarên hikûmetê vê yekê bike. Herî dawî rayedarên hikûmeta Îranê ji malbata Ramîn Hisên Penahî re ragihandin ku wê roja Sêşemê were darvekirin.