YPG`ê diyar kir ku di encama çalakiya sabotajê li gundê Berbenê yê Raco de, 2 leşkerên tirk û 2 çetetyên wê hatin kuştin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Navend Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî encama çalakiya sabojatê li navçeya Raco aşkere kir.
Daxuyaniya YPG`ê wiha ye:
ʺDi çarçoveya pêngava duyemîn ya Berxwedana Serdemê, hêzên me çalakiyên xwe yên li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê didomînin.
Di dîroka 29’ê Tebaxê de yekîneyek me, li gundê Berbenê yê girêdayî navçeya Raco çalakiyeke sabotajê li hember bendeke kontrolê ya hevbeş a artêşa tirk a dagirker û çeteyên Firqet Hemze pêk anîn. Di encama çalakiya sabotajê de 2 leşkerên Tirk yên dagirker û 2 çeteyên Firqet Hemze hatin kuştin, 2 çete jî brîndar bûn.ʺ